Dest nedan kujeran, yên tev li merasîmê bûn girtin 2018-03-16 10:21:48 ERDEXAN – Li navçeya Goleyê 3 sal berê leşkeran dolmîşek sivîl têde bûn gulebaran kiribû. Kamber Morkoç jiyana xwe ji dest da. Di lêpirsîna kuştina têkildarî kuştina Morkoç tu pêşketîn çênebû. 3 parlamenterên HDP’ê yên berê di nav de 6 kes bi hinceta tev li merasîma cenazebûne hatine girtin.  Li gundê Gundik ê bi ser navçeya Gole ya Erdexanê ve di 12’ê tîrmeha 2015’an de dolmişek rêwî têde bûn diçû zozanan û leşkeran dolmiş gulebaran kir. Di gulebaranê de Kamber Morkoç ê 70 salî jiyana xwe ji dest da. Di lêpirsîna kuştina têkildarî kuştina Morkoç hat destpêkirin de 3 sal in tu geşedan û pêşketin çênebû. Li gel 3 sal di ser bûyerê de derbas bûn jî li cihê bûyerê lêkolîn ango lêpirsîn nehatiye kirin.    Lê dozgeriya ku têkildarî kuştina Morkoç tu gavek neavêtiye, bi bayê bezê bi hinceta “propaganda rêxistinê” parlamenterên HDP’ê yên berê jî di nav de hene li 26 kesan lêpirsîn vekir. Parlamentera HDP’ê ya Elihê ya berê Ayla Akat Ata, Parlamentera HDP’ê ya Qersê ya berê Şafak Ozanli, Parlamenterê HDP’ê  yê Erdexanê yê berê Dr. Taşkin Aktaş jî di nav de 6 kes hatin girtin.    Parêzerê malbatê Yaşar Kaya jî bi heman tewanbariyê di 19’ê sibatê de hat binçavkirin û bi şertê “Kontrola edlî” hat berdan.    PARÊZER KAYA: 3 SAL IN EM NIKARIN AGAHÎ BIGIRIN    Parêzer Kaya der barê lêpirsînê de agahî dan û got ku ev 3 sal bi ser bûyerê re derbas bû hêj ew nikarin ji dosyeyê agahî bigirin. Kaya da zanîn ku li şûna lêpirsîna bûyerê temam bibe û bersûc bên darizandin lê kesên beşdarî merasîma cenazeyê Morkoç bûne tên girtin û darizandin. Kaya destnîşan kir ku heke dozgeriya Erdexanê wiha dikare zû der barê wan de lêpirsîn veke û bigire dikaribû der barê bûyerê de lêpirsînê temam bikira û got: “Armanca wan ew e, dosyeyê bin cil bikin û ji ber parastinê veşêrin. Dixwazin dosyeyê ‘kujer nediyar’ bikin. Em ê jî bi riyên hiqûqî dosyeyê bişopînin û têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.”    MA / Selman Keleş