Berxwedana Serdemê 2018-03-16 10:10:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Îlham Ehmed, di qunçikê xwe yê rojnameyê de diyar kir ku Tirkiye hemû endamên DAIŞ'ê yên ji Minbiç, Reqqa û herêmên Dêra Zorê reviyane li cem xwe kom kirine û êrîşî Efrînê dike. Dewletek endama NATO ji hemû derfetên NATO sud werdigre, bi hemû hêza xwe êrîş dike. Têrê nekir ji NATO xwest filî bikeve Efrîn. Divê her kes rureşiya Tirkiye li dunyayê belav bikin û bidin dadgeha navneteweyî.     Nivîskara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Îlham Ehmed, di nivîsa xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser planen hêzên dagirker ên li ser Efrînê. Nivîskar Ehmed, anî ziman ku Tirkiye hemû endamên DAIŞ'ê yên ji Minbiç, Reqqa û herêmên Dêra Zorê reviyane li cem xwe kom kirine û êrîşî Efrînê dike.    Qunciknivîsa Îlham Ehmed ya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî wiha ye:    Berxwedana Serdemê:    56 roj dewleta Tirk bi hemû hêza xweve li ser gund, bajar û bajarokên Efrînê her rengê çekên giran topbaranê dike û jiyanê li Efrîn dixe metirsiyeke mezin. Pilanek dagirkeriyê pir bi tehluke pêk tê. Dewleta Tirkiye xwe spartiye komên DAIŞ'ê ên ku ji hemleya Raqqa, Minbc û Dêra Zorê reviyane u komên Elqayîde ên ji bajarên Surî ên din anîbûn Tirkiye, êrîşî Efrîn dike û ji niha ve sonda serjêkirina Kurda dixun. Mixabin ji hêla çapemeniyê de serdegirtinek bi zanebûn ji bo rewşa Efrîn heye, çapemenî her behsa Guta dike. Bi vî rengî dixwazin di rewşek bê dengiyê de ev hemla dagirkeriyê pêk bîne û malbatên çeta ên li qampa Atmê kom kirine wan li Efrîn bi cih bikin. Berî du salan pirsa hinek rayadarên Rusjî ji bo guhertina cihê kurdê Efrînê hebûn.   Ev pilanek gelek qirêj û ne mirovaneye. Îro Erdogan ev pilan dest pê kiriye. Xelkê herêmê koçber dike. Li şûna wan kesên biyanî bi cih dike û nasnama herêmê diguhere. Êrîşa li ser Efrîn pêk tê ger wiha êrîşa dewletekê hatiba kirin niha ew dewlet ruxiya bû. Lê dewletek endama NATO ji hemû derfetên NATO sud werdigre, bi hemû hêza xwe êrîş dike. Têrê nekir ji NATO xwest filî bikeve Efrîn. Tirkiye êdî mîna ew marê birîndar bûye bi her kesî vedide. Ev rewşa wê li xweşiya her hêzê hatiye. Ji bo bercewendiyên xwe bi kar tînin. Du rûtiya di helwestên hêzên navnetewî de heya niha derketiye. Eşkere dike ku tu dewlet xwedî li zagonên xwe dernakevin. Hurmeta wan ji zagonan re nîne. Derbasbûna Tirkiye axa Sûrî re ji dervî zagonên navnetewîne. Ew saziya ku wan zagona biparêze kiye, yek jê Netewên Yekbuyiye. Ew îro tenê şîreta dide û ji bo xelk dev ji axa xwe berde ji wan re rewşê hesan dike. Li şûna êrîşên Tirkye rexne bike û çima çekê qedexe bi kar tîne hesab bixweze, çima li dervî zagon û irfên navnetewî tev geriyaye, bide dada navnetewî; dibêje çima reveberiya xweser nahêle sivîl ji bajêr derkevin. Erdogan cesaretek mezin ji helwesta navnetewî a piştgirî dide ev pilana qrêj digre.    Xelkê Efrîn bi sekna xwe a berxwedêr, Dinya tev matmayî kir, bi îsrar ji bo Efrîn ji xelkê wê newê vala kirin seknek bi rumet nîşan daye. Fedekariyek mezin kiriye. Hîn jî amadeye ku wê fedekariyê bike. Baweriyek bê dawî bi şervanên azadiyê heye. Girêdana gel bi axa xweve û berxwedana şervanan, hesabên neyara tevlî hev kirin. Berxwedan bû sebeb ku nêzî du heyva bidome. Hêj Erdogan dibêje em serketine. Heya niha cihên ku ew dibêjin me kontrol kiriye, çalakiyên xurt li wir dibin û hîn qadên şerin. Lê sirf ji bo Erdogan ji dunayayê re nîşan bide ku ew der buye cihek bi ewle û malbatên çeta tîne wan gundên sînor. Ev pilanek gelek qirêje, dibe bi renge herî tund li beramber vê pilanê were rawestîn. Ev şer jiyana wan hemiyan dixe xeteriyê, dibe kes nebe alet ji vê lîstoka xirab re a ku rê li pêşiya şerê Kurd û Ereb, Êzdî û muslmana vedike.   Dibe ew malbat û her kes zanibe îro Efrîn ji bo Sûrye gîştî şer dike. Parastina mirovahiyê dike. Çalakiyên piştgiryê xurt li her derê dibin. Dostên gelê kurd ji her milatî bi erka xwe radibe. Dibê ew dewlet jî zanibin çawa deynê xwe li gelê kurd vegerînin. Li şûna qedexirina çalakiyan dibe rê li pêşî vekin û helwesta xwe a bê dengî bibhurîne. Ew deyndarê gelê kurdin, DAEŞ hîn ne qediyaye, di zîndanên Efrîn de emîrên DAIŞ'ê hene, li Hesekê jî hîn hejmarek mezin hene, şer çiqas bidume, ewê bibe sedema ku ne YPG û nejî QSD bikaribe wan biparêzin û birevin. Erdogan vê yekê dixwaze, ew dixwaze ew ji zîndanan birevin û xwe bighînin Tirkiye ji bo dunyayê pê tehdîd bike û bitrsîne. Li hêla Dêra Zorê, Raqqa, Tabpa jî xeteriya DAIŞ'ê zêde dibe. Dibê zûtirîn wext ev şer li Efrîn bi dawî bibe. Ya din çi dibe bila bibe dibê gel terka axa xwe neke. Xwe amade bike ji bo vegerê, ji bo vala derxistina pilana guhertina demografî a qirêj. Ya sisya dibe piştgrî ji efrîn re çiqas here bilind bibe. Dîmenên Efrîn û komkujiyên li ser zarok, jin, mal û daran de kiriye û dike, bibe rengê her çalakiyê. Dibê rureşiya Tirkiye li dunyayê belav bikin û bidin dadgeha navneteweyî.