Li Edeneyê operasyon: 47 binçav kirin 2018-03-16 09:37:24 EDENE - Li Edeneyê di serdegirtina malan de,  jin û zarok jî dinavê de 47 kes bi îdîaya “Amadekariyên çalakiyê dikin” hatin binçavkirin. Polîsan li Edeneyê serê sibê ligel helîkopterê bi ser gelek malan de girtin û operasyon pêk anîn. Ligel hêzên taybet bi sedan polîs bi ser malan de girtin û bi bolyozan deriyên malan şikandin. Polîsên li malan lêgerîn pêk anîn, bi îdîaya “Amadekariyên çalakiyê dikin” jin û zarok jî di navê de 47 kes binçav kirin.    Polîsan 47 kesên binçav kirin, piştî kontrola tenduristiyê birin Midûryeta  Polîsan a Edeneyê.