‘Dê Newroza îsal bibe azadiya gelan' 2018-03-16 09:30:03 WAN - Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, diyar kirin ku Newroza îsal dê bibe bihara kurdan û ji bo beşdarbûna pîrozbahiya Newrozê bang li herkesî kirin.  Dê îsal li Wanê Newroz di 21’ê Adarê de li Qada Newrozê ya Keleha Wanê bê pîrozkirin. Dê Newroz bi dirûşmeya “Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e” bê pîrozkirin. Amedekarên HDP, DBP, TJA û KCD’ê yên ji bo Newrozê berdewam dikin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr gel vexwendin Newrozê.    ‘LI DIJÎ ZILMA LI ROJHILATA NAVÎN BERXWEDAN HEYE’   Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê Murat Melet, diyar kir ku hin mijar Newroza îsal ji yên salên borî cuda dike û wiha axivî: “Newroz berxwedana li dijî Dehaq derxistiye holê. Gelên mezlûm, li dijî zaliman karîne Newrozê bixin roja cejn û berxwedanê. Di roja me ya îro de li Rojhilata Navîn berxwedanek mezin li dijî zaliman heye. Ev berxwedana li dijî Dehaq dest pê kir, li dijî Hîtleran berdewam kir û îro jî ev berxwedan berdewan dike.”   ‘EM DIXWAZIN NEWROZÊ BI AŞTIYÊ TACÎDAR BIKIN’   Hevseroka DBP’ê ya Wanê Aynur Tarhan jî, diyar kir ku gelek caran gelê kurd bi zilmê re rû bi rû ma û wiha got: “Li ser gelê kurd tim planên têkbirinê hatine meşandin. Gelê me yê bi hêz di ferqa van hemûyan de ye. Em hemû endamên dozeke mafdar in. Em dixwazin  li vî welatî Newrozê bi aştiyê tacîdar bikin. Em bang li hemû gelê Wanê dikin ku bên beşdarî Newrozê bibin. Em ê bi rihekê mezin beşdarî Newrozê bibin. Em xebatên xwe derî bi derî berdewam dikin.”   ‘DÊ NEWROZA 2018’AN BIBE AZADIYA GELAN’   Hevseroka HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabulak jî, da zanîn ku dê Newroza 2018’an bibe azadiya gelên bindest û wiha got: “Çawan ku em di 8’ê Adarê de daketin qadan û li dijî zilmê me dengê xwe bilind kir, em ê di Newrozê de jî dengê xwe li dijî zilm û faşîzmê bilind bikin. Em hemû gelê xwe vedixwînin vê Newroza pîroz.”