Kedkarên li Îzmîrê ji bo Newrozê amade ne 2018-03-16 09:29:16 ÎZMÎR – Kedkarên cemaweriyê yên li Îzmîrê yên li dijî KHK’ê 54 hefte ne çalakiyan li dar dixin, diyar kirin ku ew ji bo Newrozê amade ne.  Gelek kedkarên cemaweriyê yên li Îzmîrê bi Biryarnemeya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin îxrackirin 54 hefte ne li dijî pêkanînên Rewşa Awarte (OHAL) çalakiyan li dar dixin û daxwazên xwe tînin ziman. Kedkarên endamên Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ku li dijî KHK’yan li ber xwe didin û her hefte çalakiyan li dar dixin ji bo pîrozbahiya Newrozê amade ne. Kedkaran got ku ew ê çalakî û berxwedana xwe veguhezînin qada Newrozê ya Îzmîrê.    ‘EM JI BO NEWROZÊ AMADE NE’    Berdevkê Demê ya Platforma Şaxan a KESK’ê ya Îzmîrê Hasan Alî Kiliç têkildarî pîrozbahiya Newrozê axivî. Kiliç diyar kir ku ew li dijî hemû zext û zordariyan li ber xwe didin û ew ê ji niha şûn ve jî li dijî hemû polîtîkayên tunekirinê yên AKP’ê derbikevin. Kiliç bal kişand ser pîrozbahiya Newrozê û got: “Newroz ji bo gelan û bindestan xwedî wateyek dîrokî ye. Dê Newroza îsal hîn bêtir watedar be. Divê hemû alî dengê xwe li qada Newrozê bilind bikin. Em ji bo Newrozê amade ne. Em ê daxwazên xwe li qada Newrozê jî bînin ziman.”