Li Geverê şahiya gel: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye 2022-08-18 17:04:11 COLEMÊRG - Parlamenterê HDP’ê Saît Dede yê di şahiya gel ku li navçeya Geverê hate lidarxistin de axivî, bi lêv kir ku mijteya çareseriyê li Îmraliyê ye.  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi dirûşmeya “li dijî şer û mêtîngeriyê civaka azad” li eywaneke dawetê ya Geverê şahiyek li dar xist. Gelek kes tev li şahiyê bûn.    ‘LI HER QADÊ BERXWEDAN MEZIN BÛ’   Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, diyar kir ku bi ruhê berxwedana 15’ê Tebaxê 40 sal in têkoşîn berdewam dike û diyar kir ku bi çirûskeke biçûk têkoşîn li her qadê belav bû. Dede, destnîşan kir ku mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye û got: “Paradîgma û fikra birêz Ocalan li her qadê mezin bû. Em jiyaneke demokratîk, wekhev û azadîxwaz dixwazin. Birêz Abdûllah Ocalan, yekane mifteya vê çareseriyê ye û bi milyonan kes li pey wî ne. Em ê paradîgmaya Ocalan li her qadê mezin bikin ji ber ku mijteya aştiya civakî Abdûllah Ocalan e.”   Piştî axaftina Dede her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana zindanan” , “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” berzkirin. Şahî bi gotina stranên stranbêjên herêmî bi dawî bû.