Ji Girtîgeha Şakranê 9 girtî hatin sewqkirin 2022-08-18 15:36:55 ÎZMÎR - Hate hînbûn ku ji Girtîgeha Şakranê 9 girtî hatine sewqkirin. Malbat nehatin agahdarkirin ku girtî birine kîjan girtîgehê.    Hate hînbûn ku 9 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Şakrana Îzmîrê, sewqî girtîgeheke din hatine kirin. Girtîgehê agahî nedan ku girtî sewqî kîjan girtîgehê hatine kirin. Malbatan li ser girtiyên ku di heman girtîgehê de dimînin ew agahdar kirin hîn bûn ku zarokên wan hatine sewqkirin.    Malbatan xwest ku derbarê sewqkirina zarokên xwe de bên agadarkirin.