Li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 leşker hatin kuştin 2022-08-18 15:11:57 NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê aşkere kir ku li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 leşker hatine kuştin.    Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin daxuyaniyeke nivîskî weşand. HSD’ê ragihand ku li ser sînorên Riha, Dîlok û Mêrdînê li dijî artêşa tirk a êriş dike, 3 çalakiyên cuda li dar xistine.    DI 3 NOQTEYAN DE ÇALAKÎ   HSD’ê diyar kir ku di çalakiya li dijî noqteya Qereqola Çîçekalan a li navçeya Bêrecûka Rihayê li dar xistine de, serpelek û endamekî îstîxbaratê di nav de 6 leşkeran jiyana xwe ji dest daye. HSD’ê da zanîn ku di çalakiya duyemîn de, qereqola Koprubati ya girêdayî navçeya Karkamiş ya bajarê Dîlokê hat hedefgirtin û di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên artêşa tirk nehatin zelalkirin.   HSD’ê diyar kir ku çalakiya sêyemîn jî li sînorê bajarê Mêrdînê hat lidarxistin. Di çalakiyê de wesayîteke zirxî ya bi cureya kîrpî hatiye hedefgirtin û di encama wê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.