Malbatên girtiyan li Wanê banga ‘Edaletê’ kirin 2022-08-18 14:42:35   WAN - Dayika girtî Aslihan Tîmûr a di Nobeta Edaletê de axivî, daxwazên xwe dubare kirin. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan jî bang li desthilatê û Wezareta Dadê kir ku daxwazên malbatan bên qebûlkirin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan bên şewitandin bên berdan, li Wanê dane destpêkirin, didome. Malbatên girtiyan ên li pêş Edliyeya Wanê hatin gelhev, careke din bang kirin ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin bên bidawîkirin û girtiyên nexweş bên berdan. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Mûazzez Orhan, endam û rêveberên Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  û HDP’a Wanê, Komeleya Pitşevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re a Wanê (TUAY-DER), parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û gelek kes li pêş edliyeyê gihiştin hev û piştgiriya nobeta malbatên girtiyan kir.    ‘EM EDALETÊ DIXWAZIN’   Dayika Botan Tîmûr ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê ragirtin, Aslihan Tîmûr bi bîr xist ku demekî dirêj e ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bên bidawîkirin û girtiyên nexweş bên berdan di çalakiya Nobeta Edaletê de ne û diyar kir ku dixwazin ku binpêkirinên mafan neqewimin. Tîmûr, bang li hemû rayagiştî kir û wiha got: “Di serî de malbatên girityan, dixwazin hemû dayik tev li nobeta edaletê bibin.”   BANG LI RAYEDARAN KIR   Parlamentera HDP’ê Mûazzez Orhan a pişt re axivî jî diyar kir ku malbatên girtiyan demekî dirêj in bang li Wezareta Dadê dikin û wiha got: “Banga malbata ya ‘edaletê’ ji wezaretê re heye. Em dizanin ku hema bêje her hefte du cenaze ji girtîgehan derdikevin. Girtîgeh bûne cihê mirin û îşkenceyê. Ji ber vê yekê em careke din bang li Wezareta Dadê dikin; daxwazên malbatan bi cih bînin.”   Dema axaftina Orhan de polîsan, biryara qedexeyan a walitiyê weke hincet nîşan da û daxuyanî asteng kir. Girseyê bertek nîşanî vê rewşê dan û bi çepik û tilîliyan şermezar kir.