Li Mêrdînê 3 cenaze li Goristana Bêkesan hatin veşartin 2022-08-18 14:42:07   MÊRDÎN - Sê cenazeyên endamên HPG’ê yên di şerê 28’ê tîrmehê de li Çiyayê Bagokê jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Bêksan hatin veşartin.    Li Çiyayê Bagokê ku bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve ye di 28’ê tîrmehê de di navbera endamên HPG’ê û leşkerên tirk de şer qewimîbû. 3 endamên HPG’ê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn. Cenaze li morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mêrdînê dihatin ragirtin. Heta îro kes ji bo cenazeyan serlêdan nekir. Nehat zanîn cenaze aydê kî ne û nasnameya wan eşkere nebû di kontrola polîsan de ji morgê hatin wergirtin û birin li Goristana Bêkesan a navçeya Artûklûyê veşartin.    Heta niha 48 cenaze li vê Goristana Bêksan hebûn bi van her sê cenazeyan re hejmar gihîşt 51 cenazeyan.