Serokê DGDP’ê Abdûlhakîm Daş: Eger Efrîn biçe wê Kurdistan jî biçe 2018-03-16 09:26:07 STENBOL – Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat- Başûrê Rojhilat (DGD) Abdûlhakîm Daş, anî ziman ku Tirkiye di şexsê Efrînê de li dijî hemû kurdan şer dike û got: “Divê partiyên siyasî yên kurd demildest bên cem hevdu û yekîtiya netewî pêk bînin. Eger Efrîn biçe wê Kurdistan jî biçe.”  Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê di roja 56’emîn de ne. Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat- Başûrê Rojhilat (DGD) Abdûlhakîm Daş , bi lêv kir ku gelê li Efrînê xaka xwe diparêze û naterikîne, lê belê Tirkiye tevî ku sivîl li wir hene jî bajêr bombebaran dike. Daş diyar kir ku her çend Tirkiye bêje li hemberî sivîlan ‘hesasiyeta’ wan heye û ew sivîlan nakujin jî, lê ne wisa ye û got: “Li cihekî şer lê hebe eger sivîl hebin ev ne mimkin e. Ji lew re hejmarên der barê kuştina sivîlan de vê yekê nîşan didin.” Daş diyar kir ku her wiha çend roj e li Efrînê av û ceryan jî hatiye qutkirin û got: “Ji bo sivîl wê derê biterikînin av û ceryan hatiye qutkirin. Di warê însanî de ev tiştekî zaf xirab e.”    'DI ŞEXSÊ EFRÎNÊ DE LI DIJÎ KURDAN ŞER DIKE’    Daş ku got "Tirkiye di şexsê Efrînê de li dijî hemû kurd û Kurdistanê şer daye destpêkirin” diyar kir ku divê gelê kurd li vî şerî binêre û careke din xwe di ber çavan re derbas bike. Daş domand. “Îro êrîşî Efrînê dikin, lê wê sibê êrîşî tevahiya Rojava û Başûr bikin. Jixwe Erdogan di axaftineke xwe de ev yek bi lêv kir.” Daş anî ziman ku ji ber vê yekê, pêşî divê partiyên siyasî yên kurd bifikirin û ji xwe bipirsin û got: “Eger me yekîtiya xwe ya netewî pêk anîbûna, ma wê rewşa me ev bûna? Wê tiştên li Şengal û Kerkûkê bihata serê me? Divê şexsiyet û partiyên siyasî yên kurd van pirsan ji xwe bikin. Çimkî kesên ji Kerkûk û şengalê cesaret girtin, îro bi awayekî hovane êrîşî Efrînê dikin. Eger yekîtiya me ya netewî pêk hatibûna, îro ne êrîşa li Efrînê ne jî tiştên li Kerkûkê pêk nedihatin. Efrînê careke din ev tişt nîşanî me da: Eger tu yekîtiya xwe ya netewî pêk neyînî li cîhanê kes te esas nagire. Ji ber vê yekê divê em li dor Efrînê yekîtiya xwe ya netewî pêk bînin û Efrînê têxin rojeva raya cîhanê.”    Daş, bi lêv kir ku di dema berxwedana Kobaniyê de ew ruhê yekîtiya netewî yê kurdan derketibû holê û got: “Ji bo Tirkiye êrîşî Kobaniyê neke, li 4 perçeyên Kurdistanê kurd rabûbûn ser piya û ruhê yekîtîya netewî derketibû holê. Eger îro Tirkiye cesaret dike û êrîşî Efrînê dike, sedemeke vê yekê jî bêdengiya kurda ye. Eger ruhê yekîtiya netewî yê li Kobaniyê hebûna, îro Tirkiye nikaribû têkeve Efrînê.”    'XWEREXNEYA ME DIVÊ PÊKANÎNA YEKÎTIYA NETEWÎ BE’    Daş got: “Li hemberî bêdengiya me ya ji bo Efrînê em dikarin bi pêkanîna yekîtiya netewî xwerexne bikin. Îro di dilê her kurdî de êşa Efrînê heye. Ji ber vê yekê divê partiyên siyasî yên kurd demildest bên cem hevdu û yekîtiya netewî pêk bînin. Eger Efrîn biçe wê Kurdistan jî biçe.”   MA / Sadiye Eser