Qurbaniyên Komkujiya Şirnexê hatin bibîranîn 2022-08-18 14:22:49   ŞIRNEX - Rêxistina HDP’a Şirnexê, ji bo salvegera 30’emîn Komkujiya Şirnexê ya ku di encamê de 55 kes hatibûn qetîl kirin, serdana Gorîstana Şehîdan kir. Di bernameyê de parlementera HDP’ê Şirnexê Nuran Îmîr axivî û got: “Em van komkujiyan ji bîr nakin û ev komkujiyên li ser gelê me tên kirin sedema me ya ku li dijî van faşizm û dagirkeran li ber xwe bidin e.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, ji bo 30’emîn salvegera Komkujiya Şirnexê ku di sala 1992’yan de pêk hatibû û di encamê de 55  kes hatibûn qetîl kirin, serdana Gorîstana Şehîdan kir û ew bi bîr anîn. Parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Nûran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz û endam û rêveberiyên Partîya Herêmên Demokratîk(DBP) û HDP’ê beşdarî bernameya bîranînê bûn.    ‘30 SALIN ÊRIŞ DIKIN’    Di bîranînê de parlementera HDP’ê Nûran Îmîr axivî. Îmîr, di destpêka axaftina xwe de kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî, komkujî şermezar kir û wiha got: “30 sal berê dewleta tirk bi êrîşên xwe yên hovane komkujîyek li Şirnexê pêk anî. Ji zarokan bigire heya mirovên 70’ê salî gelê kurd bi qirkirinê re rûbirû hişt. Li gorî daneyên fermî 55 kesan di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan lê tê gotin ku ji 160’ê zêdetir kesan jiyana xwe jidest dane. Ev qetlîama hovane jî weke PKK’ê kiriye nîşan dan. Lê belê Tirkiyê bi xwe ew komkujî pêk anî. Piştî 21 sal bi ser qetlîamê re derbas bûn, Waliyê Şirnexê Mustafa Malay îtîraf kir ku ew komkujî bi destê dewletê hatiye kirin. Rexmî van hemû îtîrafan jî derheqê wan kujeran de ne lêpirsinek ne jî dozek hate vekirin.”    ‘KESÊN BIJARTÎ BÛN’   Îmîr, destnîşan kir ku ev komkujî planek cerîbandina darbeyekê bû û got: “Di vê komkujiyê de herêma Şirnexê wek herêmek pîlot hate bijartin û kesên ku di vê komkujiyê de hatin qetîl kirin jî kesên bijarte bûn. Di vê pêvajoyê de dewleta tirk rasterast bi tevgera azadiyê re di nav hevdîtinan de bû ku şerê çekdarî were rawestandin. Ango hewildanên sekinandina şer hebûn. Ji xwe di sala 1993’an de meha Nîsanê de jî agirbesta yekemin hate îlankirin. Em gava li dîrokê dinêrin çawa 30 sal berê ji bo ku ew agirbest neyê kirin û çekên çekdarî neyê rawestandin mudaxeleyên wek darbe hate kirin, îro jî em heman helwestan dibînin.  Wekî di sala 2013’an de ji bo ku çareseriya pirsgirêka kurd re mudaxele were kirin 3 jinên kurd li Parîsê hatibûn qetîl kirin.”    ‘JI BÎR NAKIN’   Îmîr, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heke kujerên Komkujiya Şirnexê bihatina darizandin îro li Şirnexê bi dehan komkujî nedihatin kirin û wiha pêde çû: “Şirnex herêmek xwedî taybetmendiyek civakî, eşîrî û rêxisitinkirî ye. Lewra Şirnex di vê komkujiyê de hate bijartin. Ji wê rojê heya niha gelê kurd bi dehan komkujiyan re rûbirû hate hiştin. Tevî van yekan bi parastina kujeran jî dixwazin desthîlatdariya xwe li ser xwîna gelê kurd li ser piyan bihêlin û misoger bikin. Lê em careke din dibêjin gelê kurd heya roja îro tevî komkujî û êrîşan jî têkoşîna xwe nedaye rawestandin. Ji wan salan ve heya roja îro bi heman zîhnîyetê û dijminatiyê êrişî vî gelî dikin. Em vê zîhnîyeta qirêj şermezar dikin û hemû cangoriyên ku di Komkujiya Şirnexê de jiyana xwe jidest dane bi rêzdarî bibîr tînin. Di kesayeta Bişeng Anik da her mirovekî/e me ya Şirnexê di rihê wan cangoriyan de rih da. Em van komkujiyan ji bîr nakin û ew komkujiyên li ser gelê me sedema me ya ku li dijî van faşizm û dagirkeran li ber xwe didin e.”     Piştî axaftinê bername bi danîna qûrnefîlan a li ser gorîstanê bi dawî bû.