Du zarokên ku ketin golê jiyana xwe ji dest dan 2022-08-18 13:57:50   RIHA - Zarokên bi navê Abdulbakî û Salîh Atsak ên 16 salî ku li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê ketin goleke avê ya biçûk, jiyana xwe ji dest dan.    Zarokên bi navê Abdulbakî û Salîh Atsak (16) ên pismamê hev ku li Gundê Ekînyazi ya navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê ketin gola avê ya bi armanca avdana çandiniyê tê bikaranîn, xeniqîn. Li ser îxbara kesên li derdorê ku ferq kirin pismamên hev windabûne, tîmên tenduristiyê û noqav sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di encama lêgerîna noqavan de cenazeyên zarokan hatin derxistin.    Cenazeyên zarokan piştî lêkolînê ji bo otopsiyê rakirin morga Miduriyeta Saziya Tiba Edlî (ATK).