Zaroka 5 salî, polîsên ku çek lê kişandin ji bîr nake 2018-03-16 09:24:35 MÊRSÎN –Li Mêrsînê, A.Ç.’ya 5 salî yê dema di xew de bû polîsan avêt ser mala wan û çek spartinê û tableta wê ya xerabe desteser kirin, her ku di tekevîzyon û kuçeyan de çav li polîsan dikeve wekî wê rojê ditirse. Dayik Faîka Çoban, diyar kir ku keça wê ji bo polîsan dibêje “Dizên bi rûpoş.”  3 meh berê polîsan li Mêrsînê avêtibû ser malekê. Di avêtina ser malê de zarokê malê yê 5 salî A.Ç. di xew de bû. Polîsan çek spartibû A.Ç. jî û tableta wî ya xerabe jî desteser kiribûn. Ji ber vê A.Ç. her ku polîsan dibîne ditirse û ji bo polîsan dibêje “dizên bi rûpoş.”    ‘ÇEK SPARTIN WÊ’    Dayika Faîka Çoban, diyar kir ku saet di 01.20’ê şevê de ji bo xebatakara Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK’ê hat girtin Şîrîn Çoban polîsan avêtiye ser mala wan. Çoban got: “Dema malê sehî kirin ez, keça min û xuşka xwe li malê bûn. Keça min a 5 salî li odeyê radiket. Çawa ketin hundur çek spartin keça min. Zarok tirsiya û giriya. Min ew girt hemêza xwe û hewl da aşt bikim. Xuşka min qîriya got ‘Ma hûn nabînin zarok e.’ Wê kêliyê wan jî ji zarok doza lêborînê kir. Gotin ‘Me nedît, me nizanibû zarok e. Ma em dijmin in.’ Min jî got ‘Belê hûn dijmin in, eger hûn ne dijmin bûna hûn vê saetê bi vî awayî nediketin malê.’ Min xwest roniyê pêxim, lê destûr nedan. Gotin ‘Ji bo vê roniyên me hene.’ Ji ber me nikaribû roniyan pêxe, zaf tirsiya. Piştî ew derketin ên sivîl hatin. Hewldan tevî pêlavan têkevin hundur, lê min destûr neda. Li ser vê galoş xistin pê. Nêzî çar saetan malê sehî kirin.”    'DEMA POLÎSAN DIBÎNE BAZ DIDE MALÊ’    Çoban destnîşan kir ku ev rewş di warê derûnî de tesîr li zaroka wê kiriye û got: “Jixwe li malê tiştek tune bû. Tableteke xerabe ya zarok hebû. Tableta wê birin. Zarok giriya ‘dest nedin tableta min.’ Me gele îtiraz kir ku ranehêlin tabletê, lê gotin ‘em mecbûr in bibin.’ Dema zaroka min bi şev radikeve dibêje ‘dê dîsa bên’ û ditirse. Ji wê rojê ve zaroka min ev tişt ji bîr nekirine. Dema li derve dilîze, çav li wesayîta polîsan an polîsan bikeve baz dide malê. Dibêje ‘qey hatine me bibin? Qey wê bavêjin ser mala me?’” Her wiha Çoban bi lêv kir ku dema ew li bazarê digerin, zaroka wê çav li polîsan dikeve jî ditirse û her wiha dema di televîzyonê de çav li wan dikeve pir aciz dibe.    JI HEVALÊN XWE RE DIBÊJE    Çoban, diyar kir ku keça wê polîs û leşkeran tev li hev dike û dibêje qey hemû polîs in. Çoban got: “Lê belê ji bo polîsên tevgera taybet ên ser çavên wan girtî dibêje ‘dizên bi rûpoş’. Qet bi polîsan re napeyive. Çend caran dema polîsan avêt ser malê û hewl dan pê re bipeyivin, qey xeber neda. Keça min tim ji hevalên xwe re dibêje ‘polîs pîs in, tim davêjin ser mala me.’ Ji hevalên xwe re dibêje ku polîsan çek spartiye wê û dest danîne ser tableta wê.”    MA / Haci Yusuf Topaloglu