Midûra karên nivîsan a ajansa me hat berdan 2022-08-16 07:42:02 STENBOL - Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê Dîren Yurtsever a duh bi şev li Balafirgeha Sabîha Gokçenê hatibû binçavkirin, hat berdan.  Duh bi şev Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamya (MA) Dîren Yûrtsever a ji Amedê çû Stenbolê bi şev li Balafirgeha Sabîha Gokçen bi hêceta ku biryara girtina wê heye hat binçavkirin. Piştî Yûrtsever îfade da polîsên qereqola balafirgehê hat berdan. Dê Yurtsever îro biçe Dadgeha Çaglayana Stenbolê û derbarê vê lêpirsîna derbarê wê de hatiye destpêkirin îfade bide dozgeriyê.