Hevserokê HDP’î Ozek hate girtin 2022-08-15 21:56:12   COLEMÊRG - Hevserokê Navçeya Navendî yê HDP’a Colemêrgê Hasan Ozek, bi hinceta “alîkariya rêxistinê” hate girtin. Hevserokê Navçeya Navendî ya Colemêrgê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hasak Ozek ku di nav kesên bi serdegirtina malan a 12’ê Tebaxê de li Amed, Colemêrg, Wan û Edeneyê de hatibû binçavkirin, ji aliyê Dadgeha Cezaya Sulhê ya Çelê ve hat girtin. Sedemê girtina Ozek jî bû “alîkariya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê”.