Karkeran bertek nîşanî qeyûm dan: Heqdestên me zêde bikin 2022-08-15 15:35:31   AMED - Genel Îş a Şaxa Amedê ya Jimara 2'yemîn li pêşiya Şaredariya Amedê ku bi destê qeyûm tê birêvebirin, daxuyanî da û destnîşankir ku karkerên bi heqdestê kêmtirîn dixebitin hene û daxwaz kir ku heqdestê wan bê zêdekirin.    Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî (Genel-Îş) ya girêdayî Konfedarasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Şaxa Amedê ya Jimara 2'yemîn ji ber kadro nedayîn û heqdestê kêmtirîn protesto bike li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) ku bi destê qeyûm tê birêvebirin, daxuyanî da. Di daxûyaniyê de pankarta li ser “Ji karkerên şîrketên şaredariyê re kadro” hatibû nivîsandin hat vekirin.    Di daxuyaniyê de Serokê Genîş Îşê yê Şaxa 2’yemîn Hasan Hayrî Eroglû axivî û destnîşan kir ku ew heqdestê xizaniyê naxwazin, ji bo 3 hezar 600 kedkarên di bin banê Şîrketa Anonîm a Personel ku di bin banê şaredariyê de ye dixebitin zemê dixwazin.     ‘BI VÊ HEQDESTA KÊMTIRÎN DEBAR NABE'    Eroglu anî ziman ku ji du mehan zêdetir e ji bo karkeran ji ber enflasyona zêde mexdûr nebin ji Şaredariya Amedê daxwaza protokolekê nû kirine lê heya niha tu bersivên erênî negirtine û wiha got: “Ji ber enflasyona zêde her roj heqdestê me bi zemên nû ve dihelin. Bi vê bihabûnê re kesên bi heqdestê kêmtirîn distînin nikarin debara xwe bikin."    Eroglû diyar kir ku divê Şaredariya Amedê şert û mercên karkeran baş bike da ku karibin debara xwe bikin û heqdestê kêmtirîn ê karkeran bê zêdekirin.   Daxûyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.