Dozên Ozgur Gundemê hat taloqkirin 2018-03-15 16:51:31   STENBOL – Danişîna doza 8 rojnamegerên Gerînendetiya Weşana Giştî ya Nobedar a Ozgur Gundemê kirin û 9 nivîskar û xebatkarên wê hat taloqkirin.    Danişîna doza 9 nivîskar û xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê ya ji aliyê dadgehê ve hat girtin li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Reyhan Çapan, Eren Keskîn, Ayşe Batumlu, Nuray Ozdogan, Ayşe Berktay, Reyhan Hacioglu, Celalettîn Can, Huseyîn Aykol û Fîlîz Koçalî ji dozê tên darizandin. Dozê de parêzer Ozcan Kiliç amade bû.    Prz. Kiliç ji bo dozê dem xwest. Dadgehê jî ji bo parastin bê amadekirin dem da û doz taloqî 7’ê gulanê kir.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN    Piştî vê dozê, danişîna doza Faruk Eren, Ertugrul Mavîoglu, Celal Başlangiç, Omer Agin, Îhsan Çaralan, Celalettîn Can, Fehîm Işik û Oncu Akgul bi hinceta “Propaganda rêxistinê kirine” hat dîtin. Dozgerê dozê ji bo dikaribe mutala xwe aşkere bike xwest dosyeyê bidin wî.    Dadgehê li ser daxwaza dozgeriyê biryar da û danişîn taloqî 7’ê gulanê kir.