Oruk ê li Qereyaziyê jiyana xwe ji dest da hat definkirin 2018-03-15 16:01:51 ERZIROM - Malbata Hamza Oruk ê ji 4 kesên endamên HPG’ê ku di operasyona Qereyazî de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyê kurê xwe girt û defin kir. Polîsan bi operasyonekê di 2’yê Adarê de bi ser maleke Taxa Reşa Sebrî ya navçeya Qereyaziya Erziromê de girtin û 4 kesên hat diyar kirin ku HPG’îne kuştin. Malbata Hamza Oruk ê ji 4 kesan piştî testa deneayê cenazeyê kurê xwe girtin. Malbatên Tarik Şen, Taner Agar û Veysi Çelîk di encama testa deneayê de cenazeyên zarokên xwe girtibû û sipartibûn axê.    Malbata Oruk ê li Wanê dijîn, piştî testa deneayê cenazeyê kurê xwe girtin û li Goristana Taxa Yenî ya Wanê defin kirin.