Şandeya Elman bûyerên li Cizîrê hatin jiyîn guhdar kirin 2018-03-15 15:30:42 ŞIRNEX - Şandeya Elman a hat Cizîrê gelek hevdîtin pêk anîn. Şandeya bi HDP’iyan re hevdîtin kir, derbarê bûyerên du sal berê yên di qedexeya derketina derve li Cizîrê hatin jiyîn de agahî girtin.  Şandenya Elman a 8 kesan ku di navê de bijîşk û mamoste jî hebûn, derbarê bûyerên du sal berê yên di qedexeyên derketina derve li Cizîrê hatin  jiyîn de agahî girtin. Şandeya ku navçeya Cizîrê ya Şirnexê ziyaret kir, destpêkê çû serdana Goristina Asrî ya Cizîrê û dûre derbasî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê bû. Şande ji aliyê HDP’iyan û Hevşaredarê Cizîrê Kadir Konur ê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin pêşwazî kirin. Şandeyê destpêkê behsa ziyareta xwe ya navçeya Sûra Amedê û navçeya Nisêbîna Mêrdînê kirin û gotin heman atmosfer li Cizîrê jî heye.    Hevşaredarê Cizîrê yê berê Kadîr Konur pirsên şandeyên yên derbarê bûyerên di qedexeyên derketina derve yên li Cizîrê hatin jiyîn bersivandin û got: “Di dîrokên 4 û 12’ê Îlona 2015, 14’ê Kanûna 2015 û 2’ê Adara 2016’an gelek pevçûn rû dan û mirov di bodrumande hatin şewitandin.”    Şandeyê jî, diyar kir ku dê çavdêriyên xwe bikin rapor û pêşkêşî raya giştî ya navneteweyî bikin.  Şandeyê piştî ziyareta li Cizîrê berê xwe da Şirnexê.