Baran: Pirsgirêk dikarin bi azadiya birêz Ocalan bên çareserkirin 2022-08-11 09:06:44 AMED - Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Zekî Baran der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivî û anî ziman ku muxatabê pirsgirêka kurd Ocalan e û wiha got: “Pirsgirêka kurd û pirsgirekên ku li Tirkiyeyê heyî dikarin bi azadiya birêz Ocalan a fizikî çareser bibin.”  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Tevî hemû serlêdan û hewldanan jî destûra hevdîtina parêzeran û malbatê ya bi Ocalan re nayê dayîn. Ji ber tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, gelê kurd û hezkiriyên Ocalan li çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat çalakiyan li dar dixin û banga azadiya Ocalan a fizikî dikin. Gelê kurd li her qadê di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de Ocalan weke nûnerê vîna xwe nîşan didin û ji bo rakirina tecrîdê jî di nava liv û tevgerê de ne. Tevî hewldanan jî dewleta tirk bi israr sepanên tecrîdê li Îmraliyê dimeşîne û ew sepan jî dibin sedemê qeyrana civakî, aborî û siyasî.  Hevserokê Federasyona Komeleyên Alîkarî û Piştevaniya Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Zekî Baran, der barê tecrîda li ser Ocalan de axivî.   Baran, der barê mijarê de anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan bandoreke giran li ser hemû civaka Rojhilata Navîn dike û bingeha şerê li Rojhilata Navîn jî tecrîda li ser Ocalan e. Baran, bi lêv kir ku qeyrana aborî, siyasî û civakî jî bi tecrîdê ve girêdayî ye û wiha got: “Qeyrana aborî her ku diçê kurtir dibe. Hatiye astekê wisa ku edî derûniya mirovan xirab dike. Li aliyê din şer, pêvçûn dizî bi taybetî di nav malbatan de dibin sedemê qetilkirina jinê. Ev hemû jî bingeha xwe ji qeyrana aboriyê digirin. Sedema qeyrana aborî jî sepanên tecrîdê ne. Ji milê dîplomasî, siyaset û aboriyê ve têk çûyinek heye.”   ‘TECRÎD BI TU NIRXÊN MIROVAHIYÊ NAYÊ ÎZEHKIRIN’    Baran, destnîşan kir ku dewlet hebûna xwe li ser tunekirina kurdan avadike û niha jî ew şer bi awayekî giran li ser Ocalan bi sepanên tecrîde tê meşandin. Baran, diyar kir ku tecrîd bi tû nirxên mirovahiyê nayê îzahkirin û wiha domand: "Lê tevî tecrîdê jî birêz Ocalan gelek tişt îspat kirin. Yek, merîv çawa dikarê li ber xwe bide. Li ber xwe dan nîşanî gelê Rojhilata Navîn da. Birêz Ocalan bi keseyata xwe ya berxwedêr ew tecîd vala derxist. Ya duyan jî rol û mîsyona birêz Ocalan. Herî dawî di navbera salên 2013 û 2015’an de berî ku mase ji aliyê Serokwezirê wê demê Erdogan ve nehatibû  hilweşandin, wê demê hemû civakê dît ku şer tune bû, pêvçûn tune bû û qeyrana aborî tune bû. Anku ji her alî ve civak di nav dewlemendiyekê de dijî. Birêz Ocalan wateya aştî, jiyana wekhevî û yê ku dikare vî şerî bide sekinandin e. Lê kesên ku hebûna xwe di vî şerî de dibînin tecrîdê jî giran dikin.”   ‘DIVÊ AZADIYA BIRÊZ OCALAN A FÎZÎKÎ PÊK WERE’   Di berdewema axaftina xwe de Baran bal kişand ser bandora tecrîdê ya li ser girtîgehan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro referansa me jî berxwedana Zindana Amedê ye, dûh çawa nekarîn wê berxwedanê bişkînin û tekçûn îro jî bi pêşengtiya birêz Ocalan wê têk biçin.” Baran, destnîşan kir ku çareseriya pirsgirekên ku di Rojhilata Navîn de diqewimin li cem Ocalan e û wiha domand: “Li dijî şer berxwedan pewîst e, gava yekî êrişî merîv kir, merîv nikarê bejê aştî, divê merîv bi berxwedana xwe êrişkaran poşman bike ku ew aştiye bixwaze. Îro bi pêşengtiya birêz Ocalan berxwedana ku gelê kurd dide êrişkaran poşman dike. Dema em li desthilatdaran dinêrin herî dawî jî AKP’ê ew pirsgirêka kurd hemû birin sergoyê dîrokê. Îro muxatabê vê pirsgirekê diyar e. Gelê kurd jî wekî vîna xwe nîşan daye. Ji ber wê divê azadiya birêz Ocalan a fizîkî pêk were. Ji bo pirsgirêka kurd, pirsgirêkên ku li Tirkiyeyê heyî û Rojhilata Navîn çareser bibin hewceye birêz Ocalan bi awayekî azad rola xwe bilîze. Lê mixabin muxatabê birêz Ocalan tune ye.”   ‘HELWESTA PARTIYÊN MUXALÎF XAPANDINA GELÊ KURD E’   Baran, anî ziman ku partiyên muxalîf jî li dijî tecrîd, şer û pirsgirêka kurd wekî AKP’ê û MHP’ê tevdigerin û ev tişt gotin: “Bi hezaran hincetên gelê kurd hene ku deng nedin AKP’ê û MHP’ê. Di vê pêvajoya hilbijartinê de jî hinek derketine dibêjin ew nikarin. Lê keremkin hûn li dijî pirsgirêka kurd, şer û tecrîde çi difikirin bêjin ku bila gelê kurd piştgiriya we bike. Yek, hûn ji bo azadiya gelê kurd çi difikirin? Hûn ji bo azadiya birêz Ocalan a fizîkî çi difikirin? Ji bo şerê qirêj ku bi çekên kimyewî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê diqewime hûn çi difikirin? Ew xwestekên ku kurdan ji bo wan canê xwe dane hûn çi difikirin?  Ew dibêjin ku kurd kurdên berê ne, em ê bi çend gotinan dilê wan xweş bikin û deng bistînin. Na kurd edî ne kurdên berê ye. Civaka kurd a îro felsefe û paradigmaya birêz Ocalan ji xwe re referans girtiye, edî hûn nikarin vê civakê bixapînin. Heke derdê wan aştiyeke mayînde ye wê demê tiştên ku bikin jî diyar e, ew jî azadiya birêz Ocalan a fizîkî ye. Ji xeynî vê yekê hemû tişt xapandine.”   ‘NÊZÎKATIYA PARTIYÊN MUXALÎF JI YA AKP’Ê XETERTIR E’   Bi domdarî Baran bi lêv kir ku nezikatiya tifaqa desthilatdar û ya partiyên mûxalîf a li dijî kurdan wek hev in û got: “Di çapemeniyê de qaşo dibêjin tekiliyên 6 partiyên muxalîf bi HDP’ê re hene û dema desthilatdar jî li ser vê wan sûcdar dike, ew jî li dijî vê dibêjin ku, ‘Berê hûn jî bi hev re li ser maseyê rûniştibûn’ di navbera vê û nêzikatiya we de çi cûdahî heye. Heke tu hêj ji niha ve bitirsî ku bi HDP’ê re li ser masayekê rûnî em ê çawa baweriye li we bînin. Ji ber wê heta hişmendiya pergalê neguhere, sibê kî bibe desthilat jî ji xeynî şer tiştekî ku bide kurdan tune ye. Ji ber wê ev pirsgirêk, pirsgirêka pergaleyê. Heke ev pergal neyê guhertin kî bibe desthilatdar jî hişmendî naguhere. Ew 6 partiyên ku qaşo ji xwe re dibêjin mûxalîf, dema mijar dibe kurd ji AKP’ê xetertir difikirin.”    ‘DIVÊ TECRÎDA LI SER OCALAN HER TIM DI HIŞÊ ME DE BE’   Baran, di dawiya axaftina xwe de ji bo azadiya Ocalan a fizikî ev bang li gel û siyaseta kurd kir: “Kengî ku me fikr û ramanên Birêz Ocalan fehm kirin û li gor wê jiyan, wê demê ji xwe Birêz Ocalan wê azad bibe. Îro mînaka Rojava li holê ye. Berxwedana keç û xortên kurd, ew pergala ku li gor nirx û xwezayê dixwazin ava bikin, ji aliye hemû cihanê ve jî bi awayekî balkêş tê şopandin. Kesê ku gelê kurd ji xwe re rêber dibîne, heke 23 sal in dîl hatibê girtin û hê jî dil girtî be ev mijara ku em rexne dayina xwe bidin. Gelek liv û tevger jî li dijî vê tecrîdê çebûn lê dema em li encamê dinêrin, hêj jî Birêz Ocalan dil girtî ye. Wexta ku em fikir û ramanên Birêz Ocalan di keseyatiya xwe de bi cih bikin wê demê em ê bizanin ku em ê çi jî bikin. Heke tecrîda li ser Birêz Ocalan her tim di hişê me de be û em hertim di nav lêgerîne de bin wê demê ev tecrîd jî wê rabe, ew heqîqet wekî avê wê biherike û rêya xwe bibîne.”   MA / Mahmût Altintaş