Lêpirsîna derbarê Ferhan Yilmaz de bi biryara dozvenekirinê bi encam bû 2022-08-11 09:04:52 STENBOL - Di lêpirsîna têkildarî Ferhan Yilmaz ê piştî îşkenceya gardiyanan jiyana xwe ji dest da de biryara neşopandinê hate dayîn. Gardiyan û personelê îdarî ku giliya wan hate kirin weke “şahid” hatin guhdar kirin. Parêzeran îtîrazî biryara neşopandinê kirin.    Ferhan Yilmaz ê dema li qawişa E-1 a Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê dihat ragirtin bi awayekî “gumanbar” jiyana xwe ji dest da. Bi Yilmaz re Halîl Kasal û Coşkûn Agca jî di nav de herî kêm 8 kes di 6’ê nîsanê de rastî zext û îşkenceya gardiyanan hatin. Gardiyanên ku ketin qawişa girtiyan, şimaqek li girtiyekî dan. Pişt re ji girtiyan Kasal birin cihê hewadariya qawişê. Gardiyana li vir ji Kasal re gotin “li ser te ben heye, ka xwe dar ve bike” û neçarî întîharê kirin.    Kasal ji ber îşkenceya lê hate kirin, bi benên pêlavê hewl da xwe întîhar bike. Kasal, di 8’ê nîsanê de bi malbata xwe re bi telefonê axivî û hişyar kir ku nikarin xwe li ber îşkenceya gardiyanan bigirin û wê bi gelek kesan re întîhar bike. Yilmaz ê yek ji îşkence lê hate kirin jî di 9’ê nîsanê de li qawişê ji ser hişê xwe çû. Yilmaz ê pişt re rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silivriyê, rojekê şunde li beşa lênêrîna awarte ya lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.    DÎMENÊN ÎŞKENCEYÊ    Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan ku têkildarî mirina Yilmaz daxuyanî da, îdia kir ku dilê Yilmaz sekinî ye. Lê di rapora mirinê ya Yilmaz de îbareya “nexweşiya vegirtinê” hate nivîsîn. Di dîmenên di dema rakirina nexweşxaneyê ya Yilmaz de hatin kişandin û di 13'ê nîsanê derketin holê de şopên îşkenceyê hatin dîtin. Di dîmenan de di difin, lêv û hin derên rûyê Yilmaz de şopên îşkenceyê hebûn.   BIRYARA NEŞOPANDINÊ    Piştî ku Yilmaz jiyana xwe ji dest da Serdozgeriya Komarê ya Sîlîvriyê bi sûcdariya “mirina biguman” a resen lêpirsîn vekir. Li ser giliya parêzerê malbata Yilmaz Mûstafa Sogutlu jî bi sûcdariya “peywîra xwe nebaş bikaraniye” lêpirsîneke din hate vekirin. Pişt re di lêpirsîna kirin yek de tevî îdiaya îhmal û îşkenceya gardiyanan heye, dozger personele girtîgehê û tenduristiyê weke “şahid” guhdar kir. Ji bilî vê di lêpirsînê de cih da rapora ku Saziya Tiba Edlî (ATK) di 21’ê nîsanê de amade kir û di 11’ê gulanê de nirxand jî. Dozger ê nirxandina raporê li ber çav girt, îdia kir ku Yilmaz ji ber “Nexweşiya dil” û “Enfeksiyona Kezebê” jiyana xwe ji dest daye. Dozgeriyê diyar kir ku di mirina Yilmaz de tu hêmanên sûc nînin û di 4’ê tîrmehê de biryara neşopandinê da.    SERLÊDANA ÎTÎRAZÊ    Piştî biryara neşopandinê Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Rengîn Ergul û endamên OHD'ê Emrah Baran û Necla Mizgîn Argiş, bi hinceta lêpirsîneke bi bandor nehatiye birêvebirin di 6’ê tebaxê de ji bo îtîrazê serî li Dadgeha Ceza ya Sulh a Sîlîvriyê dan. Di serlêdana îtîrazê de hate diyarkirin ku bêyî lêpirsîneke bibandor bê birêvebirin biryara neşopandinê hatiye dayîn û bal kişandin ser dîmenên derketin holê û girteka muayeneya mirinê. Parêzeran di serlêdana xwe de bal kişandin ser rapora otopsiyê ku ATK’ê di 21’ê nîsanê de amade kir û cihên şopên îşkenceyê yên laşê Yilmaz.    NAKOKIYÊN DI RAPORA ATK’Ê DE     Parêzeran destnîşan kir ku ATK’ê qet qala birînên ku di girteka muayeneya mirinê de hene nekirine û tevî vê yekê mirina Yilmaz girêdayî nexweşiya dil û enfeksiyona kezebê kiriye. Parêzeran da zanîn ku têkildarî ekîmoz û xwîn jê hatina hin derên laş jî nirxandinek tune ye. Parezeran anîn ziman ku ji ber vê yekê diyarkirina ATK’ê ya “Nexweşiya dil” û “Enfeksiyona Kezebê” kêm û bixeteye û dozger bêyî ku vê nakokiyê çareser bike bi lez û bez biryara neşopandinê daye.    TEV LI KIRARIYÊN OTOPSIYÊ NEBÛN    Parêzeran bi lêv kir ku parêzer tev li kirariyên otopsiyê nebûne, ev yek li dijî qanûna ne û dîmenên têkildarî kirariyên otopsiyê zêde nexistine çarçoveya dosyayê. Parêzeran anî ziman ku ji ber vê yekê ji wergirtina mutalaaya zanistî bêpar hatine hiştin.   ‘ŞAHIDÊN ÎDAREYÊ’ HATIN GUHDARKIRIN    Parêzeran, diyar kir ku Kasal û Agca ên bi Yilmaz re di heman qawişê de bûn û di heman demê de îşkence li wan jî hate kirin û piştî bûyerê sewqî hin girtîgehên din hatin kirin, tevî îşkenceya li Yilmaz hatiye kirin dîtine jî weke şahid nehatine guhdarkirin û gotin ku ev rewş jî nîşan dide ku lêpirsîn bi awayekî vekirî bibandor nehatiye birêvebirin. Parêzeran bi lêv kir ku şûna şahidên rast hin kesên tên îdiakirin bi Yilmaz re mane ji aliyê îdareyê ve pêşkeşî dosyayê hatin kirin û ev kes weke “şahid” hatine guhdarkirin. Parêzeran destnîşan kir ku ev rewş ji kêmkirina gumanan wêdetir, guman zêdekirine.    ‘KUŞTINA BI ZANEBÛN’    Parêzeran, bal kişandin ku heke Yilmaz di encama “enfeksiyona kezeb û nexweşiya dil” jiyana xwe ji dest dabe jî berpirsyartiya îdareyê heye. Parêzeran diyar kir ku îdareyê berpirsyartiya xwe bi cih neaniye û sûcê “îhmala kuştina bi zanebûn” derketiye holê. Parêzeran her wiha bal kişandin ser qanûnên têkildarî mafê jiyanê yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), madeya 17’emîn a Destûra Bingehîn û berpirsyartiya îdareyê bi bîr xist. Parêzeran da zanîn ku ji ber bi mafê xwe gihandina tenduristiyê bûne sedemê mirinê mafê jiyanê hatiye binpêkirin. Parêzeran bi lêv kir ku mafê jiyanê bi Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatiye parastin lê ev maf hatiye binpêkirin. Parêzeran anî ziman ku ji ber vê yekê divê lêpirsîneke ji nû ve were destpêkirin û lêpirsîneke bi bandor were birêvebirin.   MA / Mehmet Aslan