Sancar bi karkerên çandiniyê re hate gelhev 2022-08-10 19:17:48   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, di konên wan de serdana karkerên çandiniyê kir. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar piştî civînên gel ên li navçeyên Kûlû û Cîhanbeylî yên Konyayê, di konên wan de serdana karkerên çandiniyê kir. ‘ÇARESERÎ HDP YE’ Karkerên ku pirsgirêkên dijîn ji Sancar re gotin, diyar kirin ku bi taybetî pirsgirêkên av û daşirê dijîn û karkerekî got “em di nava zilmê de dijîn”. Sancar ê bi karkerên ku piraniya wan kurd û ereb bûn re bi kurdî û erebî axivî, bi lêv kir ku wê HDP ji pirsgirêkên karkerên çandiniyê re bibe çareserî.