Sancar li Cîhanbeyliyê ye: Çareserî heye, gotina me heye 2022-08-10 19:08:33   KONYA - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ê li navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê bi gel re civiya wiha got: “Çareserî heye, gotina me heye.”   Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, li pêş avahiya HDP’a Cîhanbeyliyê axaftinek kir. Di daxuyaniya ji bilî Hevserokên HDP’a Cîhanbeyliyê tev li bûyî de Sancar wiha got: “Çareserî heye, gotina me heye.”   Sancar, serdana xwe ya dikandaran a li navçeya Kûlûyê bi bîr anî û wiha got: “Derdê dikandarên me cotkarên me gelek mezin e. Rojek têre nake ku em guhdar bikin.” Sancar, diyar kir ku HDP ji bo pirsgirêkên gel çareser bike dixebite û wiha berdewam kir: “Em van dizanin lê ev jî têre nake. Ji bo çareseriya van divê xwedî bernameyek bin. HDP xwedî vê bernameyê û vînê ye. Em li vir bi we re li cem hev in. Ji bo ku em bêjin vîna me bi we re ye me ev bername li dar xist. Li vî welatî hêza ku pirsgirêkan çareser bike em in, em dibêjin hêza ku bikare pirsgirêkan çareser bike li cem me ye. Pirsgirêk bi sozên bêbingeh re nayên çareserkirin, bi hişmediyeke gelparêz dikarin werin çareserkirin. Em dibêjin aboriya gelparêz, parvekirina adil a wekhev. Em xwedî vê vîn û biryardariyê ne ku têxin meriyetê.”   ‘EV DESTHILAT ŞÊLANKER E’   Sancar, destnîşan kir ku desthilatê pergaleke bacê ya bêadalet ya heyî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em baceya ku rêyên tê de derbas nabin, balafirgehên qet bikarnaînin, ceyrana em bikarnaînin didin. Didin kê didin biçeke sermayedaran. Ji ber vê em ji vê desthilatê re dibêjin şêlanker. Em çareseriyê dixwazin. Ev desthilat jî polîtîkayên mêtîngerî, talan û rantê didomîne. Biçek sermayedar, li ser pişta feqîran dewlemend dibin. Nanê me û pêşeroja me tê xespkirin. Divê em ji vê re bibêjin bes e. Em ji ber wê dibêjin gotineke me ya heyî.”   ‘AŞTÎ WÊ BI ME RE WERE’   Sancar, di axaftina xwe de qasa operasyonên derveyî sînor û polîtîkayên li ser elewiyan kir. Sancar, diyar kir ku yekane hêza xelasker gel bi xwe ye û got: “Desthilat ji bo ku krîza aboriyê û bêedaletiya heyî bide ji bîr kirin operasyonên derveyî sînor li dar dixe. Pirsgirêka elewiyan hewl didin bi serdanên berbiçav û helwestên qure çareser bikin. Ev pirsgirêk wisa nayên çareserkirin. Gotina me parastina hemwelatîbûna wekehev e. Ji ber vê yekê em ê têkoşîna xwe bidomînin û teqez em ê serbikevin. Em polîtîkayên şer qebûl nakin û aştiyê diparêzin. Aştî wê bi me re were.”   ‘XELASKER GEL BI XWE YE’   Sancar ê got çareserî em in axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em bawerî mafdariya xwe dikin. Rêya me rêya azadî, demokrasiyê ye. Em bawerî gelê xwe dikin. Yekane hêza xelasker gel bi xwe ye. Çareserî em in, çareserî di têkoşîna hevpar û bi hevre bûnê re derbas dibe. Hêza gel a bibe yek û mezin bibe we dawî li vê sefaletê bîne. Em doz didin ku em ê pêşengtiya vê hêzê bikin. Em soz didin ku em ê heta dawiyê bimeşin jî. Em mafdar in, bi hêz in em ê ser bi kevin.”