Nivîskar Mizgîn Ronak piştî 30 salan hate berdan 2022-08-10 18:36:07 KOCAELÎ - Nivîskar Mizgîn Ronak a piştî 30 salan ji Girtîgeha Jinan a Gebzeyê hate berdan wiha got: “Heta ku hevaleke/î me tenê jî di girtîgehê de bimîne azadî ne azadî ye. Divê hemû hevalên me yên girtî bên berdan.”   Nivîskar Mizgîn Ronak (Mizgîn Aydin) a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dihat ragirtin, piştî 30 salan piştî cezayê wê qediya hate berdan. Ronak a hêj 19 salî bû di sala 1992’yan de li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ya Amedê hate darizandin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 30 sal cezayê hefsê lê hatibû birîn. Li aliyê din Ronak jina girtî ya duyemîn e ku piştî 30 salan hate berdan.    TEDAWIYA PENCEŞÊRA PÊSÎRAN DIBÎNE   Ronak bi dorê li girtîgehên Êlih, Sêwaz, Mêrdîn, Elbîstan, Çewlik û herî dawî jî li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê ma, di vê demê de gelek caran tev li çalakiyên greva birçîbûnê bû. Ronak a nexweşiya tansiyonê û gurçikê pê re heye û emeliyata guatr derbas kir niha jî tedawiya penceşêra pêsîrê dibîne.   BI ÇEPIK Û KULÎLKAN HATE PÊŞWAZÎKIRIN   Ji bilî malbata Ronak, rêveberên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), endamên Înisiyatîfa Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan ên ji bo girtiyan li Stenbole nobeta edaletê digirin, Ronak bi kulîlkan pêşwazî kirin.   TÊKOŞÎNA AZADIYÊ   Ronak bi bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Heta ku hevaleke/î me tenê jî di girtîgehê de bimîne azadî ne azadî ye. Divê hemû hevalên me yên girtî bên berdan.”   Hate hînbûn ku Ronak li gel malbata xwe wê sibê bê bajarê xwe Amedê.    MIZGÎN RONAK KÎ YE?   Mizgîn Ronak, di sala 1973’yan de li Amedê hatiye dinyayê. Di temenekî ciwan de biryara têkoşînê daye û tevlî refên azadiyê bûye. Di tebaxa 1992’yan de li Amedê hatiye girtin û cezayê muebetê lê birîne. Ligel hemû astengiyan bi salan nivisên xwe yên di rojnameya Azadiya Welat de berdewam kir. Her wiha nivîsên wê di gelek kovaran de jî hatin weşandin. Weke parêzvaneke ziman û wêjeya kurdî tê nasîn û heta niha gelek berhem nivîsîne. Roman, çîrok û helbestên nivîsîne ji hêla weşanxaneyên Lîs, Ar, Sîtav û Aramê ve hatine çapkirin.