Rojnamevanê girtî Ataman sewqî Girtîgeha Erziromê hate kirin 2022-08-10 17:54:51 WAN - Rojnamevan Ziya Ataman û Sînan Karer ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê dihatin ragirtin sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yemîn a Dûmlû ya Erziromê hate kirin. Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hate girtin Ziya Ataman û Sînan Karer sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yemîn a Dûmlû ya Erziromê hate kirin. Malbata Ataman ku îro pê re bi telefonê axivîn, ragihandin ku kurê wan beriya du rojan sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yemîn a Dûmlû ya Erziromê hatiye kirin.