KODAR û PJAK’ê ji bo Cavîd daxuyaniyeke hevpar dan 2022-08-10 17:11:04 NAVENDA NÛÇEYAN - KODAR û PJAK’ê da zanîn ku Endamê Konseya Rêveber a KODAR’ê Rêzan Cavîd di êrişa li Qamişloyê de hatiye kuştin û ev peyam da: “Dema ji bo xurtkirina bingeha yekitiya neteweyî-demokratîk çûbû Rojava hate qetilkirin. Em soz didin ku dê daxwazên wî pêk bînin.”  Tirkiyeyê duh li ser rêya gundê Hizamê ku dikeve bakurê bajarê Qamişloyê, bi Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) êrişî wesayîtekê kir. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); di encama êrişê de Endamê Konseya Rêveber a Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Yûsif Rebanî (Rêzan Cavîd) û 3 kesên pê re hatin qetilkirin. Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê û KODAR’ê bi wesîleya qetilkirina Rêzan Cavîd daxuyaniyeke hevbeş dan.   Di daxuyaniyê de hat gotin ku gelê kurd ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ye û dijminên gelê kurd jî ji ber vê sedemê ketina nava tirs û xofê û êrişan pêk tînin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dijminên gelê kurd bi van êrişan mebest dikin ku destkeftî û hebûna gelê kurd tune bikin.    ‘JI BO GELÊ KURD WINDAHIYEKE MEZIN E’   Bi domdarî di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Di encama êrişên dijmin û xayînan ên di 6’ê tebaxa 2022’yan a li Taxa Sinaa ya Qamişlo de hevalê me yê hêja heval Rêzan Cavîd (Yûsif Rebanî) şehîd bû. Şehadeta heval Rêzan Cavîd, ji bo tevgera azadîxwaz û gelê kurd windahiyeke mezin e. Em êrişên dijminan, bi taybet jî yên rejîma faşîst a tirk şermezar dikin û sersaxiyê ji Rêber Apo, gelê welatparêz Mahabadê, malbata Rebanî, gelê kurd û azadîxwazan dixwazin.”   ‘EM Ê DAXWAZA WÎ YA YEKITIYÊ PÊK BÎNIN’    Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Hevalê Rêzan Cavîd ji bo hinek kar û xebatan, ji bo xurtkirina zemîna yekitya neteweyî-demokratîk çûbû rojavayê Kurdistanê. Em, sond dixwin ku em ê rêya wî bikin rêyeke tije rêwî, têkoşîna wî xurtir bikin, daxwaza wî ya yekitiya neteweyî-demokratîk a li her çar parçeyên Kurdistanê pêk bînin û gelê xwe azad bikin. Banga me ji bo gelê me û hemû dilxwazên azadî û demokrasiyê ew e ku ji bo bîranîna wî şehîdê giranbiha û mayîndekirina rêya tekoşîna wî, di merasîma bîranîna wî de bigihîjin hev û dijmin bêhêvî bikin.”