100 roj cezayê hucreyê dan 8 girtiyan 2022-08-10 15:22:58 MÊRDÎN - Girtiyê bi navê Zerdeşt Oduncu ku li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin da zanîn ku li wî û 7 hevalên wî bi hinceta ku qefesa hesin a li cihê hewadarkirinê vekirine, 100 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn.    Li girtiyê nexweş Zerdeşt Oduncu (30) ku li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin û 7 hevalên wî 100 roj cezayê hucreyê hate birîn. Hat zanîn ku rêveberiya girtîgehê ser cihê hewadarkirinê bi qefesa hesin girt û girtî jî li dijî vê derketin. Li ser vê yekê jî rêveberiya girtîgehê derheqê 8 girtiyan de lêpirsîna disiplînê da destpêkirin. Têkildarî mijarê Zerdeşt Oduncu li ser telefonê bi dayika xwe Selma Oduncu re axivî û da zanîn ku di çarçoveya lêpirsînê de cezayê hucreyê li wî hatiye birîn. Oduncu, bi domdarî wiha got: “Rewşa me baş nîne. Ev bû 3 meh em di qefesê de tên ragirtin. Rewşa min û 7 hevalên min ev e.”    Oduncu, diyar kir ku jixwe ew û 7 hevalên xwe di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û ser re jî cihê hewadarkirinê mîna qefesê pê hatiye kirin. Oduncu, xwest ku ev qefesên hesin bên rakirin.    Derheqê mijarê de dayika Oduncu, Selma Oduncu jî bertek nîşan da û ev tişt anî ziman: “Kurê min got ku di bin îşkenceyê de ne û xwarinên wan bi awayekî rasthatî tên dayîn. Tekane daxwaza me û kurê min ew e ku bi miamaleyeke însanî nêz bibin. 174 sal ceza dayînê. Jixwe bi tena serê xwe di hucreyê de dimîne. Cihên sotî yên giran ser laşê wî hene. Adeba birînên wî der dibin. Ser re jî ceza lê hatiye birîn.”