Girtiyê ku penceşêra wî di merhaleya 4’an de ye nayê berdan 2022-08-10 14:40:52 ENQERE - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Enqereyê da zanîn ku nexweşiya penceşêrê ya Ehettîn Kaynar di merhaleya 4’an de ye û xwest ku Kaynar were berdan. Komîsyonê, da zanîn ku êdî tiştekî xizmên Kaynar û bijîşk bikin nema ye û wiha got: “Qet nebe bila rojên xwe yên dawî bi malbata xwe re derbas bike.”   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê têkildarî girtiyê penceşêrê Ehettîn Kaynar (73) ku nexweşiya wî di merhaleya 4’an de ye daxuyanî da. Di civîna çapemeniyê de malbata Kaynar û parastvanên mafên mirovan jî amade bûn. Ji endamên komîsyonê Umîtcan Akbûlût da zanîn ku Kaynar di sala 2007’an de hatibû berdan û wiha got: “Lê belê di sala 2011’an de dîsa hate girtin. Ji ber temenê wî, gelek nexweşiyên kronîk lê peyda bûne. Dema girtî, birin beşa lezgîn a nexweşxaneyê lê tetkîkên pêwîst nehatin kirin û nexweşiya wî pêş ket.”   SERÛM DAN Û ŞANDIN   Bi domdarî Akbûlût anî ziman ku Kaynar ji ber nexweşiyê sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin û ev agahî parve kirin: “Lê serûmek girê dan û piştre dîsa şandin girtîgehê. Nêzî 3 hefteyan her tiştê dixwar dîsa verişandiye. Bijîşk got ku ji ber girika li ser kezeba wî derketiye vereşiyaye. Piştî ku rewşa wî xerab bûyî, malbatê serî li dozgeriyê da û di roja duyemîn a cejnê de hîn bûn ku girikeke mezin li ser kezeba wî heye. Ehettîn Kaynar ê li Karabûkê êdî kete nav cihan, êdî nikare li ser telefonê jî bi malbata xwe re biaxive. Di 27’ê tîrmehê de rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Yildirim Beyazit a Enqereyê. Di roja ewil de li qawîşa girtiyan hat ragirtin û piştre jî derbasî Beşa Gastroenterolojiyê. Di encama biyopsiyê de li gorî raporên patalojî û rayolojiyê; xuya bû ku penceşêra wî di merhaleya 4’an de ye û penceşêr heta metastasê anku kezebê jî belav bûye.”   GELEK NEXWEŞIYÊN WÎ HENE   Akbûlût, bi bîr xist ku beriya teşhîs penceşêrê jî gelek nexweşiyên giran ên Kaynar hebûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ehettîn Kaynar dema li derve, ji ber ku dilê wî zeîf bû rakiribûn nexweşxaneyê û anjiyo bûbû. Stent xistibûn dilê wî du hefte piştî emeliyatê jî şandin girtîgehê. Her wiha nexweşê qelewiyê ye ji ber qelewiyê jî gelek birîn di laşê wî de çêbûne. Rihên wî xitimî ne, tansiyona wî bilind e, prostat, helîna hestiyan, ba, bazinê stû şikiyaye, nexweşiyên çem, dest û piyên wî ditevizin, destên wî diricifin, nexweşiya guatrê û ya gurçikan pê re heye. Her wiha ev 15 sal in di poza wî de lezyonên xwînî hene.”    Akbûlût xwest ku girtiyê nexweş Kaynar di zûtirin demê de were berdan.    ‘GUH NEDAN SERLÊDANAN’   Piştre jî xwarziya Kaynar, Hîdayet Akay axivî û got ku beriya niha bi gelek caran ji bo tedawiyê serlêdan kirine lê ev serlêdanên wan hatine paşguhkirin. Akay bi domdarî ev tişt anî ziman: “Di vê meseleyê de xemsariya Wezareta Tenduristiyê heye. Ev yek di heman demê de nîşaneya têkçûna pergala tenduristiyê ye. Nexweşek gelek caran diçe nexweşxaneyê lê belê bêyî ku tedawî bibe dîsa dişînin girtîgehê.”   ‘LI GIRTÎGEHÊ NIKARE BIJÎ’   Kurê Kaynar, Mesût Kaynar jî diyar kir ku rewşa bavê wî giran bûye û ev tişt anî ziman: “Bavê min nikare di girtîgehê de bimîne. Êdî tiştekî ku bijîşk bikin nema ye û dibêjin ku dê tabûrcû bikin. Heke bavê min ji nexweşxaneyê derkeve, dê bikeve girtîgehê û nikare li wir bijî.” Keçên Kaynar, Ferah Kaynar, Sidika Barli û Hîcran Cîga jî wiha gotin: “Rewşa bavê min giran e û divê were berdan. Nikare bimeşe, biaxive û xwarinê bixwe. Ma dê ev mirovê 73 salî çi bike? Bila were berdan. Tekane daxwaza me ew e ku azad bibe.”    Birayê Kaynar, Selahattîn Kaynar jî wiha bang kir: “Qet nebe bila rojên xwe yên dawî li mala xwe, bi malbata xwe re derbas bike. Bijîşk dibêjin ku êdî tiştekî ji destê wan bê nema ye. Em nikarin wî bibînin. Divê di zûtirin demê de bê cem malbata xwe.”