Malbatên girtiyan ev 9 meh in li edaletê digerin: Zarokên me berdin 2022-08-10 12:21:00 AMED - Xizmên girtiyan ên Amedê îro li ber deriyê ATK’ê daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin û gotin: “Ev 9 meh in em daxwaza edaletê dikin. Zarokên me berdin.”  Malbatên girtiyan ên Amedê bi mebesta berdana girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin û girtiyên nexweş, dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan îro di roja 267’an de li pêşiya Saziya Tipa Edlî (ATK) a li Yenîşehîr a Amedê hat lidarxistin. Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Winda Kirin (MEBYA-DER) û Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) jî piştgirî dan malbatê.    Di çalakiyê de dayika yek ji girtiyên nexweş Civan Boltan, Nezîre Boltan axivî û da zanîn ku ev 9 meh in bi daxwaza edaletê nobetê digirin. Boltan, got ku ew ji bo zarokên xwe di her şert û mercan de daxwaza edaletê dikin û wiha pê de çû: “Bila zarokên me bên berdan û tedawîkirin. Li girtîgehan nayên tedawîkirin. Bila wan berdin da ku em wan tedawî bikin. Ev edalet dê sibe bo we jî hewce bike. Gelo ma Serokkomar dengê me nabihîze, wezîrê edaletê me nabîne? Li gel ku zarokên me nexweşin jî, di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Destê xwe deynin ser wijdana xwe û di zûtirin demê de girtiyên nexweş berdin.”   DI HIQÛQÊ DE COTSTANDARTIYÊ DIKIN   Bi domdarî Boltan anî ziman ku di pêkanîna hiqûqê de li Tirkiyeyê cotstandartî tê kirin û ev tişt anî ziman: “Em ji ber kurdbûna xwe rastî cihêkariyê tên. Lê çi dibe bila bibe em ê dev ji nasnameya xwe bernedin. Dê daxwaza me ya edaletê bidome. Ne wijdan û ne jî rehm di dilê wan de ma ye. Nahêlin em zarokên xwe jî bibînin. Ma dê ev zilm heta ku derê bidome? Heta raporê jî nadin zarokên me. Ma heq û hiqû tune ye? Desê xwe deynin ser wijdana xwe.”    Çalakî, bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.