Bêrîvan Xalid: Divê hêzên koalîsyonê li dijî êrişan xwedî helwestekî zelal bin 2022-08-10 11:58:44 RIHA - Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid bang li hêzên Koalîsyona Navneteweyî kir ku li dijî êrişên Tirkiyeyê xwedî helwest bin û wiha got: “Li dijî êrişên îxtîmal, me hemû amadekariyên xwe kirine.”   Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê bi hemû hêza xwe hewl didin pergala Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin. Dewleta tirk ku ji hêzên navneteweyî piştgiriyê digire, bi vê mebestê Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir û niha jî bênavber êrişî herêmên din dike. Dewleta tirk van êrişên xwe niha jî bi rêya Amûrên Biçek ên Bêmirov (SÎHA) didomîne. Di encama 32 êrişên bi SÎHA’yan ên Tirkiyeyê yên ji çileya sala 2020’an heta niha de herî kêm 52 kes hatin qetilkirin û 60 kes jî birîndar bûn. Bêdengiya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî û ya hêzên din ên li Sûriyeyê çalak nîşan dide ku peymanên veşarî hene. Rêveberiya Xweser jî têkildarî êrişên dawî daxuyanî da û da zanîn ku ji ber van êrişan, DAIŞ dîsa ketiye nava liv û tevgerê.    Têkildarî êrişên Tirkiyeyê û bêdengiya hêzên navdewletî, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid bi ajansa me re axivî.    ‘JINAN PÊŞENGTIYA ŞOREŞÊ KIRIN’   Bêrîvan Xalid da zanîn ku jinan pêşengtî ji Şoreşa Rojava re kirin û wiha got: “Kurd, ereb, xiristiyan, tirkmen û hemû gelên din parçeyeke vê pergalê ne. Di çarçoveya Projeya Neteweya Demokratîk de pergalek hate avakirin. Terora DAIŞ’ê hat qedandin û deverên dagirkirî hatin rizgarkirin. Piştre jî li 7 herêman rêveberî hatin avakirin û piştre pêdivî bi rêveberiyeke giştî çêbû. Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di 2018’an de hate avakirin. Gelek ferq di navbera Rêveberiya Xweser û dewletên klasîk de hene. Rêveberiya Xweser hemû gel, reng, çand û olan hembêz dike. Hîmê dewletên klasîk jî yekperestî ye. Lewma jî Rêveberiya Xweser bo hemû gelên cîhanê bûye hêvî. Baweriya me ew e ku pergala Rêveberiya Xweser piştî Sûriyeyê dê li hemû cîhanê belav bibe. Cara ewil hemû gelan li vê derê çand û zimanê xwe bi destê xwe birêve birin.”    ‘NETEWEYA DEMOKRATÎK WEKE GEFEKÊ DIBÎNIN’   Di berdewamê de Xalid destnîşan kir ku jinên kurd bi pêşengtiya xwe ya di Şoreşa Rojava de ji bo hemû cîhanê bûn mînak û ev tişt anî ziman: “Bi vê pêşengtiya xwe nîşan dan ku di her qadê de hene. Vê serkeftina jinan Tirkiye aciz kir. Lewma ji roja destpêkê heta niha êriş dike. Projeya neteweya demokratîk bo xwe weke gefekê dibîne. Lewma Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Niha jî deverên din dagir dike. Naxwaze avadaniyeke demokratîk cîranê wê be. Bi van êrişan dibêjin; ‘em demokratîk nabin û mafê tu gelan nadin.’ Li herêmên dagirkirî yên di bin kontrola dewleta tirk û komên terorîst de her roj binpêkirinên mafan çêdibin. Her roj sûcên şer dikin. Mirovan qetil dikin, çandê diguherînin û dîrokê dirûxînin. Bi darê zorê demografyaya herêmê diguherînin. Yek ziman, yek al û yek oliyê li civakê ferz dikin. Li pêş çavên hemû cîhanê sûcên şer dikin. Lê yek saziyeke navneteweyî dengê xwe nake. Tirkiye jî ji vê sûd digire û êrişan didomîne.”    ‘DEVERÊN SIVÎLAN HEDEF DIGIRIN’   Bêrîvan Xalid, got ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê di demên dawî de zêde bûne û wiha bertek nîşanî bêdengiya hêzên koalîsyonê da: “Beriya dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî jî gefên êrişan hebûn lê hêzên navneteweyî rê li ber negirtin. Niha dîsa gefan dixwin û êriş zêde bûn. Êrişî cihên sivîlan dikin. Tirkiye di dema êrişan de ferq û cudahiyê naxe navbera sivîl û leşkeran. Di van êrişan de gelek zarok, jin û kal şehîd dibin. Gelek siyasetmedarên sivîl hedef hatin girtin. Mafên mirovan binpê dikin. Hêj 3 roj berê me 2 zarok defin kirin. Ne tenê ji hewayî, bi tank û topan jî êriş dikin. Lê hêzên ku xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke garantor dibînin, bertekeke micid nîşan nadin. Lewma ewqas sivîl tên qetilkirin.”   ‘DIXWAZIN TOLA DAIŞ’Ê HILÎNIN’   Xalid, axaftina xwe wiha qedand: “Dixwazin bi van êrişan re herêmê bidin valakirin û gel bitirsînin. Piştre jî dixwazin herêmê dagir bikin. Lê gel tevî hemû êrişan jî bi israr li ser xaka xwe dimîne. Gel, pergala Rêveberiya Xweser ecibandiye û ji bo parastina wê her tiştî dike. Tirkiye dixwaze li herêmê qirkirinê bike û tola DAIŞ’ê hilîne. Lewma êrişî şervanên ku li dijî DAIŞ’ê şer kirine, dike. Jiyan Tolhildan jineke şoreşger bû, li dijî DAIŞ’ê şer kir û ew têk bir. Tirkiyeyê bi hedefgirtina Jiyan Tolhildan re xwest tola DAIŞ’ê hilîne. Banga me ji bo Koalîsyona Navneteweyî ew e ku helwestekî zelal nîşan bidin. Me gelek caran ji bo girtina qada hewayî bang kir. Ji bo vê jî em serî li her rêyên dîplomatîk didin. Tirkiye her roj êriş dike û HSD jî rêxistiniya xwe roj bi roj xurtir dike û bersiv dide êrişan. Ji hêla leşkerî ve me ji bo şerekî hemû amadekariyên xwe kirine. Em xwedî wê hêzê ne ku hem xwe û hem jî gelê xwe biparêzin.”   MA / Emrûllah Acar