Li herêma Anîtosê şer berdewam dike 2022-08-10 11:11:23 COLEMÊRG - Hat destnîşankirin ku li çoltera mezraya Anîtosê ya Colemêrgê, şerê di navbera endamên HPG û leşkeran de berdewam dike û 4 cenazeyên tê gotin ku yên endamên HPG'ê ne, anîn nexweşxaneyê.  Duh li mezraya Anîtosê ya bi ser navenda Colemêrgê ve leşker derketibûn operasyonê. Piştî operasyonê di navbera leşekr û endamên HPG'ê de şerek dijwar qewimî. Hat ragihandin ku operasyona li herêmê berdewam dike. Tê gotin 4 endamên HPG'ê di vî şerî de jiyana xwe ji dest dane û cenazeyên wan rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Hat zanîn ku operasyon li Çayayê Bosindî, Melûnan, Suvarê Bêriya û Çiyayê Berana berdewam dike.