Du bira û heman çîrok: Me terorîst kuştin 2022-08-10 09:49:01   ŞIRNEX - Celal Acar di sala 1992’yan de û birayê wî Mehmet Ata Acar jî di sala 1995’an de ji hêla dewletê ve li Kerboranê hate qetilkirin. Dewletê ji bo qetilkirina her du birayan jî got; “Me terorîstek kuşt.” Bi ser qetilkirina wan re 30 sal derbas bûn lê hêj jî kujerên wan nehatine dîtin û darizandin. Xwîşka wan Nebîha Acar ku ji bo kekên xwe têkoşîna edaletê dide, wiha dibêje: “Tekane sûcê me, kurdbûna me ye.”   Di salên 1990'an de li bakurê Kurdistanê bi hezaran gund di bin navê “ewlehiyê” de hatin valakirin û piştre jî hatin şewitandin. Gelê herêmê ku bi dara zorê ji gundên wan hatine derxistin ji nêçariya xwe li bajaran bi cih bûn. Di salên 90'î de ku ji bo gelê kurd salên herî tarî ne, bi hezaran mirov hatin windakirin û aqûbeta wan hêj niha jî nayê zanîn. Celal û Mehmet Ata Acar ku birayên hev in, ji van windakiriyan in. Celal û Mehmet ji gundê Gelîkur ê Kerboran a Mêrdînê ne. Di sala 1992’yan de leşker Celal û hevalekî wî ji gund tên derxistin, li goristana gund bi darekê ve tên girêdan û qetilkirin. Piştre jî leşker kincên PKK’iyan li wan dikin. Demekî şûnde cerdevanî li şêniyên gund tê ferzkirin. Lê şêniyan qebûl nekir û bi darê zorê ji gund hatin derxistin. Şêniyên gund berê xwe didin gundê Zerbîz ê Kerboranê û li wir bi cih dibin.      Dewlet, li vê derê jî bi ser mala Acar de digire û li wan cerdevaniyê ferz dike. Lê malbat qebûl nake û dîsa koçberî vê dikeve. Malbata Acar vêcarê berê xwe da Hezex a Şirnexê. 2 sal piştî biwarbûna li Hezexê, Mehmet Ata Acar ku zarokekî wî hebû ber bi Kerboranê ve dikeve rê. Lê di rê de leşker û cerdevanan rêya wî digirin û qetil dikin. Dewlet, ji bo qetilkirina Mehmet Ata dibêje; “terorîst bû û pê re çek hebû.” Bi ser mirina Celal Acar re 30 û bi ser ya Mehmet Acar re jî 28 sal derbas bûn. Tevî vê yekê jî kujerên wan hêj nehatine dîtin û darizandin. Xwîşka Acaran, Nebîha Acar ji bo dîtina kujerên birayên xwe tev li çalakiya Dayikên Şemiyê dibe û li hêla din jî ji bo xebatên aştiyê beşdarî Meclisa Dayikên Aştiyê bûye. Dayika Nebîha Acar ev 30 sal in bênavber têdikoşe. Daika Nebîha serpêhatiya birayên xwe û têkoşîna xwe bi ajansa me re parve kir.   'KINCÊN WÎ GUHERANDIBÛN'   Dayika Nebîha dibêje ku wan jiyaneke asayî derbas dikir lê dewletê ew jiyana wan veguherand kabûsekê û wiha dest pê dike: “Gundê me miqabilî avê bû. Me dexil di çand û sewal xwedî dikirin. Çemê me hebû û me jê re digot newala cennetê. Dewletê jî jê re digot newala cehnemê. Bi zora wan diçû lewma wisa digotin. Me her tiştek li ber wê avê diçand. Lê kîjan devera axa me xweş be, bi zanebûn navên nexweş lê kirine. Me debara xwe dikir û zarokên me ji bo kar nediçûn derveyî bajêr. Lê dewletê bela xwe ji me venedikir. Digotin; ‘An hûn dê bibin cerdevan an jî dê ji vê derê derkevin.’ Di sala 1992’yan de leşker hatin gundê me. Birayê min û gundiyekî me ji malê derxistin û birin. Birayê min û gundiyê me li goristana gund qetilkirin. Wê rojê birayê min kincên reş li xwe kiribûn. Lê ew kinc jê kiribûn û destek kincên PKK'ê lê kiribûn. 2 şûtikên ji hev cuda li wan girêdabûn. Gotin,'Ev PKK'î ye.' Em hêj niha jî nizanin bê ka çi bi kincên wî kirin. Tenê berîka wî jê kiribûn û avêtibûn wê derê. Dema em çûn ser cenazeyê wan, min ew berîka wî dîtibû.   Miroveke sivîl û xwedî zarok ji mal derxistin û tevî hevalê wî qetilkirin. Birayê min xistibû qurmê darê de û piştre jî gule lê reşandibûn. Dema çûm ser cenazeyê wî, min nas nekir. Min ji pêlava wî nas kir. Cilên li ser, cilên wî nebûn. Bi hovane qetil kiribûn. Me cenazeyên xwe anîn û li gund veşartin. Ew dem, demên zehmet bûn.”   DU BIRA Û HEMAN ÇÎROK   Bi domdarî dayika Nebîhayê diyar kir ku herdu birayên wê bi bêbextî hatin kuştin û ev tişt anî ziman: “Rewşa me piştî birayên min gelek zehmettir bû. Dîsa digotin,'An hûn dê bibin cerdevan an jî hûn dê ji vir derkevin.' Me jî cerdevanî qebûl nekir. Piştre du dolabên bûkên bavê min hebûn, benzîn bi wan de kirin û agir berdanê. Di saet yekê şevê de em ji gund derxistin. Li rex gundê me gundek hebû û em wê şevê li wir man. Di sala 1993’yan de em derketin. Piştre jî çûn Hezexê. Di 1995'an de dema birayê min Mehmet Ata ji Hezexê diçû Kerboranê, di rê de leşkeran pêşî lê girt û kuştin. Cenazeyê wî li dewarekê siwar dikin û dibin tabûra Kerboranê. Li wir dibêjin,’Me terorîstek kuştiye.’    NEHIŞTIN CENAZE WERE ŞÛŞTIN   Li ser agahiyê, ez û bavê xwe çûn Kerboranê. Hemû kesî ji bavê min re digot; ‘nebêje kurê min e, dê te winda bikin.’ Min jî ji bavê xwe re got; ‘bavo heke tu neyê, ez ê bi tena serê xwe biçim.’ Bavê min jî hat û em çûn tabûrê. Fermandarê taburê ji bavê min re got; ‘Kurê we terorîst e, çek pê re ye.' Me jî jê re got ku tiştekî wisa nîne, sivîl bû û li ser rêya xwe bû. Ji min re got; ‘li keyayê gund bigere bê ka terorîst e yan na.’ Wesayît nedan ku me ku cenazeyê xwe bibin. Me traktorek bir û cenazeyê ji wir derxist. Me anî mizgefta Kerboranê. Lê mela cenaze neşûşt. Me bêyî ku cenaze bişûn anî Hezexê. Li vir jî nehiştin bê şûştin. Me bi xwe cenaze şûşt. Ji wê rojê heta niha em di bin zilma dewletê de ne. Birayê min ê mezin bû 30 sal û yê biçûk jî bû 28 sal ku hatine qetilkirin. Me kir û nekir dewletê kujerên wan negotin.”   'EM BIÇÛNA KU LI PEY ME DIHATIN'   Dayika Nebîhayê dibêje ku li dijî zilma dewletê rêya herî baş, têkoşîn e û axaftina xwe wiha diqedîne: “Ji bo ku kujerên birayên min hesabê bidin û ji bo aştiyê, ez ê heta dawiyê têbikoşim. Ji ber ku em nebûn cerdevan lewma ev tişt bi serê me hatin. Tekane sûc wan, kurdbûna wan bû. Heta ku dilopeke xwînê di laşê me de hebe, em pey doza xwe ne. Bi sala ye li benda aşkerakirina kujerên wan in. Lê her ku me dipirsî, em hatin astengkirin. Heta ku dilopeke xwînê di laşê min de hebe ez ê têbikoşim û li pey doza wan bim. Em koçber kirin, avahiyên me hilweşandin lê em bi cihekî ve neçûn. Em sê caran koçber kirin. Li her derê cerdevanî li me ferz kirin. Herî dawî jî hatin Hezexê. Me ji xwe re avahî çê kir. Hêj em çendek rojan tê de nemabûn ku di qedexeyên Hezexê de hate hilweşandin. Em serê xwe natewînin. Tu dayik şer û kuştinê naxwaze. Lê dewletê zarokên me kirine mehkûmên welatê xwe. Li vê derê hûn li kîjan malê bigerin, tenê du extiyar anku dayik û bav mane. Ewqas tişt anîn serê me lê dîsa jî em dibêjin edalet û aştî.”