Li Weranşarê mala şînê ji tiryakkêşan re hatiye hiştin 2022-08-10 09:04:58 RIHA - Mala Şînê ku di sala 2012’yan de li navçeya Wêranşarê hatibû avakirin, di serdema şaredariya AKP’î de ji kesên tiryakê dikişînin re hatiye hiştin.  Mala Şînê ya Ramazan Guzelel ku di sala 2012’an de ji aliyê şaredariya BDP'ê ve li navçeya Wêranşara Rihayê hatibû avakirin, ji kesên tiryakê dikişînin re hatiye hiştin. Mala Şînê ku li Taxa Kişlayê hatiye avakirin, li ser erdê ku ji aliyê Ramazan Guzelel ve hate tahsîskirin hatibû çêkirin. Bi girtina malên şînan a ji ber şewba vîrûsa koronayê ya di sala 2020’an de, mala şînê ya bêbandor mayî, ji ber xwedî derneketinê zirarê dîtiye û veguherî cihê kesên tiryakê dikişînin. Mala şînê ya di çarçoveya bergiriyên ji ber şewbê de hatibû girtin, piştî bergirî hatin rakirin jî bêxwedî hate hiştin. Mala şînê ya derî û pencereyên wê hatine dizîn, niha vegeriyaye avahiyeke terkkirî û bi şev ji aliyê kesên tiryakê dikişînin ve tê bikaranîn. Kesên tiryakkêş ku nêzî sê sal in mala şînê ya bêxwedî ji xwe re kirine cih û war, metirsiyê dide xelkê derdorê. Welatiyên li taxê dijîn tevî ku rewş gelek caran ji rayedarên miduriyeta polîsan û şaredariyê re ragihandine jî hê jî çareseriyek nehatiye dîtin.    Tê îdiakirin ku li avahiya terkkirî ji bilî kişandina tiryakê, fihûş jî lê tê kirin û miduriyeta polîsan jî ji vê yekê agahdar e. Yek ji şêniyên taxê Nezîr Karadag ku ji rewşa mala şînê aciz e, diyar kir ku mala şînê bi zanebûn bi awayekî terkkirî tê hiştin û bi lêv kir ku bi vê rêbazê tê armanckirin ku ciwanên wêranşarî ji çanda xwe dûr bikevin.    ‘BI ZANEBÛN DIKIN BENDEWARÊN MADEYÊ’   Karadag, da zanîn ku di demên dawî de li Wêranşarê bi zanebûn bikaranîna tiryakê tê zêdekirin û wiha got: “Berê ev der mala şînê bû lê niha bûye avahiyeke ku herkes jê aciz e. Ev der bû weke çopî. Ev der ji bo ji mirovan re xizmetê bike, ji bo bibe cihekî mirov bikarin êşên xwe parve bikin hate tahsîskirin û ji aliyê şaredariya HDP’î ve jî bi awayekî xweş pêşkeşî xizmetê hate kirin. Gelek mirov ji sala 2012’an heta sala 2020’an jê sûd wergirt û şînên xwe danîn.” Karadag, bertek nîşanî bêxwedîhiştina mala şînê da û wiha berdewam kir: “Divê şaredarî û miduriyeta polîsan ji vê yekê re bêjin bes e. Li Wêranşarê ciwan bi awayekî zanebûn dikin nava bikaranîna tiryakê. Ev avahiyên bi vî awayî dibin amûrê belavkirina vê yekê. Li navçeyê hin kes îxbar dikin ku zarokên wan tiryakê bikartînin lê çareseriyek nayê dîtin. Dibêjin tora îstîxbarata miduriyeta polîsan îro bi ‘hêz e’, dibêjin ‘bêyî me çûkek jî nikare bifire’ lê ev qas madeya hişbirê çawa tê?”   ‘DI DEMA HDP’Ê DE TIŞTEKÎ WISA TUNE BÛ’   Karadag, bi lêv kir ku bi tiryakê vîna ciwanan hedef tê girtin û got: “Ciwanên me ber bi geravekê ve tên kaşkirin. Her roj ciwanên nû dikevin vê kemînê. Heke li dijî vê em bergiriyekê negirin wê sibê kesên herî nêzê me jî bikevin nav. Divê kes nebêje ‘ji min re çi’. Divê gelê Wêranşarê bertekeke civakî nîşanî vê yekê bide. Îro şaredarî tenê vegeriyaye saziyeke rantê ji ber wê yekê jî tişteke ku em ji wan hêvî bikin nemaye. Berê dema şaredarî ya HDP’ê bû tiştekî wisa tune bû.”   ‘EV PROJEYEK E’   Karadag, destnîşan kir ku tevî giliyên welatiyên li taxê dijîn dikin jî çareseriyek nehatiye dîtin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Rayedar ji rewşê agahdar in lê bizanebûn tiştekî nakin. Ev projeyeke û ji bo bêexlakî zêde bibe tê paşguhkirin.”   MA / Emrûllah Acar