Siyasetmedarê kurd ku MÎT dixwaze were îadekirin û DAIŞ’î di heman qawişê de ne 2022-08-10 09:03:56   ENQERE - Hate diyarkirin ku siyasetmedarê kurd Mehmet Şerîf Suren ê li ser zextên PDK’ê li Bosna Herseka ku ji wir biçe Ewropayê hate girtin û MÎT dixwaze were îadekirin, bi DAIŞ’iyan re li heman qawişê dimîne û gef lê hatine xwarin.    Parazvanê mafê mirovan û siyasetmedarê kurd Mehmet Şerîf Suren ê ji ber zextên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) neçar ma ji Herêma Kurdistana Federe derkeve û ji bo bi daxwaza îltîcayê derbasî Ewropayê bibe li Bosna Hersekê di 10’ê çileyê de hate girtin. Suren, ê di doza jê dihate darizandin de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn û Teşkîlata Îstîxbarata Netewî (MÎT) daxwaza îadekirina wî dike, tevî ku derbarê wî de sê biryarên berdanên hene jî 7 meh in nayê berdan. Malbat û parêzerên Suren têkildarî rewşa wî bi daxwaza “bergiriya bilez” serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) kir. Birayê wî Mûharrem Suren, di 6’ê tebaxê de careke din ji DMME’yê re nameyek nivîsand. Suren, ê di demeke nêzîk de bi kekê xwe re bi telefonê axivî, banga hestiyariyê li parazvanên mafên mirovan û Rêxistina Efûyê ya Navnetewî kir.    DI GIRTÎGEHÊ DE GEF LÊ HATIN XWARIN   Suren, diyar kir ku di 8’ê tebaxê de bi parêzerê kekê xwe Muhammed Cûcak re bi telefonê axivî ye û wiha got: “Parêzerê me li Bosna Hersekê hemû rêyên hiqûqî di ceribîne lê dibêje gelek ne bihêviye. Em bi parêzer Cûcak re 7 meh in li ser dosyaya kekê min dixebitin. Lê cara ewil e dibêje ku bêhêviye.” Suren, da zanîn ku ji bo kekê xwe serî li dadgeheke jortir daye.    Suren ê, qal kir ku di 7’ê tebaxê de bi telefonê bi kekê xwe re, axiviye, da zanîn ku endamên MÎT’ê li girtîgeha kekê wî tê ragirtin bi kekê wî re hevdîtinek kirine û got: “Kekê min got ku 3 kesên baş bi tirkî diaxivîn hatine cem wî. Kesên hatine cem wî xebatên wî yên siyasî pirskirine û bi gotinên “êdî tu hatî dawiya rê, tu dê hesaba tiştên te kirî bidî, tu dê bedela wan bidî’ gef lê xwarine. Em dizanin ku ev kes endamên MÎT’ê ne.”   BI DAIŞ’IYAN RE DI HEMAN QAWIŞÊ DE YE   Suren, bi lêv kir ku kekê wî têkildarî gefan de wiha gotiye: “Encam çi dibe bila bibe ez ê li dijî gef û şantajan serî netewînim. Çi dibe bila bibe ez ê têkoşîna xwe bidomînim.” Suren, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Kekê min 7 meh in bi endamên DAIŞ’ê ku li Rojava kurd qetilkirin re di heman qawişe de dimîne.” Suren, da zanîn ku endamên DAIŞ’ê yên li qawişa kekê wî dimînin bi kuştinê gefa lê dixwin. Suren, bi lev kir ku şertên girtîgeha ku kekê wî lê dimîne “derveyî mirovahiyê” ne û wiha axivî: “Rojê sê danên xwarinê weke salçeya li nav nan didin.”   ‘ÎADEYA WÎ YA TIRKIYEYÊ SÛC E’   Suren, bal kişand ku daxwaza îltîcayê mafekî herî bingehîn e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê rayedarên Bosna Hersekê daxwaza îltîcaya siyasî ya kekê min demildest nas bikin. Li Tirkiyeyê rewşa girtiyên siyasî li ber çavan e. Girtiyên bitendurist nexweş dibin, yên nexweş terkî mirinê tên kirin û pêkanînên li dijî hiqûqa navnetewî yên hov û nemerd hene. Îadekirina Bosna Hersekê ya kekê min a Tirkiyeya dijminê kurdan sûc e.”   BANGA HESRIYARIYÊ   Suren ê diyar kir ku weke malbat wê hemû rêyên hiqûqî ceribînin, got “Wê qet dest jê bernedin” û banga hestiyariyê li rayagiştî kir.