TSK'ê Efrîn bombe kir: Sivîlek mir 5 sivîl birîndar bûn 2018-03-15 11:56:17   EFRÎN - TSK bi balafiran Efrînê bombe dike. Di bombekirina li navenda Efrînê sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 5 sivîl birindar bûn. Danê sibê jî li  Taxên Eşrefiyê û Mehmûdiyê yên Efrînê de 2 jê zarok 3 sivîl birîndar bûbûn.    Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên hevkarên wê OSO 55 rojin bê navber gund û bajarê Efrînê bi tang, top û balafiran bombe dike. Danê sibê li taxên Eşrefiyê û Mehmûdiyê yên Efrînê bombebaran kirin. 2 jê zarok 3 kes birîndar bûbûn. Balafirên TSK'ê dîsa navenda Efrînê bombe kir û sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 5 sivîl jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ji ber bomberdûmana TSK'ê li navenda Efrînê sivîlekî din jiyana xwe ji dest da û 5 sivîl jî birîndar bûn. Nasnameya sivîlên birîndar bûn wiha ne: Serdar Mustefa (25), Melek Mustefa (3), Luqman Bekir (46), Nûrî Ehmed (40), Endnan Seqî (17).   Ji duh êvarê û vir ve ji ber bomberdûmanê 4 jê zarok 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Herî kêm 21 sivîl jî birîndar bûn.