Kêliyên polîsên Kahil kuşt derketin holê 2018-03-15 11:16:51 HATAY - Li Samandagê dîmenên kameraya kêliyên polîsan Guven Ogural Kahil kuşt derketin holê. Di dîmenan de 3 polîsên sivîl, piştî digehijin ereba rawestiya bû, gule li Kahil ê dest bi tevgerê dike dibarînin.  Li navçeya Samandag a Hatayê, di şeva Bazarê 12’ê Adarê polîs bi îdîaya “Guh ne da hişyariya rawest” Guven Ogural Kahîl kuştin. Dîmenên kameraya kêliyên kuştina Kahîl derketin holê. Dîmên di kameraya ewlekariya kargeriyekê de hat dîtin ku Kahîl li derdora Yenî Parkê di wesayîta plaqeya 31 SM 584 de rawestiyaye.     POLÎS JI PIXT VE GULE BERDAN   Di dîmenan de xuya dike ku ekîbeke 3 polîsên sivîl li cih nêz rawestiyane û di destên wan de çekên otomatîk hene û ber bi wesayîta Kahîl ve diçin. Gava polîs digehijin wesayîtê, Kahil wesayîtê dixwe nava tevgerê û polîs gule lê di reşînin. Çawan ku gule li Kahil tê reşandin, welatiyên derdorê direvin û gelek kargeh jî vekirîne. Balkêşe ku polîsê sivîl di ber wesayîta Kahil re derbas dibin, lê narawestine.  Piştî Kahîl polîsan derbas dibe û radiweste, polîs gule lê direşînin. Gelê navçeyê, diyar kirin ku ev înfazeke bê daraze.    MAFÊ JIYANÊ ÎHLAL KIRIN   Parêzerê malbata Kahîl, Anil Cevahîr Can, diyar kir ku polîsan li wesayî tê 6 gule reşandine û wiha axivî: “Polîsan 6 gule li wesayîtê reşandin. Guleya di pişta Kahil de ketî di singa wîre derbas dibe. Min di qeydên kamerayê de dît. Kahil bi wesayîta xwe di ber wesayîta polîsan re derbas dibe, lê wî ranawestînin. Ji bo nereve dikarîbûn, wî tengav bikin. 5-6 merte li Kahil radiwestin. Polîs bi çekan ji wesatê tên xarê û gava nêzî wî dibin ew jî dikeve nava tevgerê. Dûre polîs gule lê direşîn in. Bûyer li navenda bajêr pêk hat. Derbarê wî de biryara girtina îhlalkirinê ya berdana bi kontrol hebû. Dibe ku biryara dadgehê jî derbarê wî de hebû, lê hîna min piştrast nekiriye. Di kamerayan de ne diyare ka polîsan hişyarî daye an na. Polîsan ew nas dikirin. Ev der cihek biçûke. Hemû kes hevdû nas dikin. Ji ber vê yekê gel bertekan nîşan dide.”   Can, destnîşan kir ku wan derbarê serbest berdaan Polîsan de îtîraz kirin û  wiha got: “Çi dibe bila bile, mafê tu polîsan tuneye wisan gule li mirovan bireşînin.”   MA / Hamdullah Kesen