Bi sedan wehatiyên Lavrîone êşên TSK'ê şermezar kirin 2018-03-15 09:41:07 ATÎNA - Êrîşên TSK û komên hevkarên wê OSO ên li ser Efrînê li Qampa Lavrionê ya bajarê Atînayê bi  beşdarbûna sedan kesan bi meşa meşaleyî pêk hat û pênc deqe çalakiya rûniştinê hat lidardistin. Li Qampa Lavrionê ya bajarê Atînayê bi çalakiyek girseyî ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê meşa meşaleyî pêk hat. Welatiyên Qampa Lavrionê bi alên PKK, KCK,YPG,YPJ, PYD û wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşiyan û di meşêde dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Efrînê", "Jin jiyan azadî" û "Dewleta dagirker ji Kurdistanê vekişe"  hatin berzkirin. Di meşêde çalakvanan li ser diwaran nivîsên piştgiriya berxwedana Efrînê nivîsandin. Piştî meşê sirûda Çerxa Şoreşê hat xwendin û daxuyanî hat dayîn.   HEMÛ CÎHAN TEMAŞE DIKE   Di daxuyaniyê de Siyasetmedarê Kurd Metin Bîngol axivî. Bîngol, balkişand ser bêdengiya dewletên deshilatdar û wiha got:"Hemû cîhan li komkujiya li ser gelê Kurd tê meşandin, temaşe dikin. Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson bi Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re bi awayeke veşartî di odeyekê de hevdîtin pêkaniye, em jê dipirsin çi axivînin divê hûn ji raya giştî re eşkere bikin. Ev hevdîtinên veşartî di diplomasiye de dij exlaqiye. Wisa diyare ku Tillerson û Çavuşoglu li ser xwîna kurdan bazarî kirin û di encamê de xwe firotine. Em dibêjin Tillerson bi çend euro û dolaran bi çend îhalan xwe firotiye û kurd kirine mijara bazarê. Em ê qirêjî û gemariya rûyên we yên reş derbixin holê û hesabên we ser û bin bikin. Mafê tu kesî nîne ku li ser xwîna kurdan bazariyê bike. Hûnê bi van kiryarên rezîl û riswa bibin."  Piştî axaftina Bîngol pênc deqe çalakiya rûniştinê pêk hat û çalakî bi dawî bû.