Hunermendan ji bo Newrozê bang li hemû gelan kir 2018-03-15 09:29:27 STENBOL- Hunermendan bang li hemû gelan kir ku tev li pîrozbahiyên Newrozê bibin û gotin: “Em mecbûr in bi ruhê berxwedanê li qadan bin. Komkujî pêk hatin, bajar hatin rûxandin. Em nikarin evana bê bersiv bihêlin. Divê em li qadên Newrozê bersivana evana hemûyan bidin.”  Amadekariyên Newroza Stenbolê didomin. Hunermendên ku dê di Newrozê de derkevin ser dike bang li hemû gelan kirin ku tev li pîrozbahiya Newrozê bibin.    ÇIYA: SERÎHILDANA LI DIJÎ DEHAQ E    Solîstê Koma Gulên Xerzan Çiya got: “Newroza 2018’an serîhildana li dijî Dehaqan e.” Çiya bal kişand ser Rewşa Awarte û polîtîkayên şerî û got: “Beşdarbûyîna Newrozê, hebûna li wir bi xwe jî girîng e. Wisa difikirim ku wê Newroz bibe bersiv. Destûr nayê dayîn ku gel bên cem hevdu. Hemû gelen li dijî polîtîkayên pergalê dertên, bi çewisand û komkujiyan tên bêdengkirin. Polîtîkayeke ku li ser tunekirina kurdan hatiye avakirin di dewrê de ye. Di rewşeke wisa de daketina qadan pir watedar e.”  Çiya diyar kir ku di salên 90’î de li gel hemû kuştin û komkujiyan jî gel berê xwe didan qadên Newrozê û got: “Di vê em bi heman ruhî qadên Newrozê tije bikin. Em mecbûr in bi ruhê berxwedanê li qadan bin. Komkujî pêk hatin, bajar hatin rûxandin. Em nikarin evana bê bersiv bihêlin. Divê em li qadên Newrozê bersivana evana hemûyan bidin.”    KIRICI: WÊ BIBE QÎRÎNIYA AZADIYÊ    Şanoger Rûgeş Kirici, anî ziman ku herkes baş dizane ku ji bo kurdan wateya Newrozê çî ye û got: “Newroz ji bo min tim qîrînek e. Her sal qîrîniyeke wê ya cuda heye. Qîrîniya mecên jiyaneke mirovahiyî bû. Wê îsal jî Newroz bibe qîrîniya azadiyê. A rastî mîsyona Newrozê ev e. Kurd di şer de bin jî, di serdemên ku şer diqedin de jî tu carî ji qîrîniya xwe ya azadiyê bi paş ve gav navêjin. Wê îsal jî ev qîrînî hîn gurtir be.”    Kirici bang li hemû gelan kir ku divê dakevin qadên Newrozê û got: “Em kurd tim xwedî li Newrozê derketin. Wisa bawer dikim ku em ê îsal jî xwedî lê derkevin. Wisa bawer dikim wê bi ber qadan ve baz din û biqîrin. Wê îsal jî gelê me vê gavê bavêje. Em li qadêên Newrozê li benda herkesî ne.”    TAN: NEWROZ BERXWDAN E, SERÎHILDAN E    Hunermend Mervan Tan jî bang li hemû gelan kir ku dakevin qadên Newrozê û got: “Newroz ji bo gelê kurd berxwedan, serîhildan e. Herkes bi vê dizane. Ji ber vê Newroza 2018’an zaf watedar e. Em bi coşeke mezin Newrozê li qadan pîroz bikin.”    DEGÎRMENCÎ: DIVÊ GEL DI NEWROZÊ DE BÊN CEM HEV    Hunermend Nûrcan Degîrmencî jî anî ziman ku di serî de gelê kurd, jiyan li hemû gelan hatiye tengkirin û got: “Di pêvajoyeke ku du kes bi zorê tên gel hev de, bi awayekî girseyî pîrozkirina Newrozê pir muhîm e. Eger gel bi girseyî tev li Newrozê bibe wê moralek pir baş xwe bide der. Ji ber vê tenê ne kurd, divê hemû gel li dor agirê Newrozê bên cem hev. Di pêvajoyeke ku ji bo hebûnê micadeleyek heye, beşdarbûyîna Newrozê pir girîng e. Divê gelê me hemû tev biherike qadên Newrozê.”    MA / Yasin Kobulan