Hîn jî wênekêşa Volkan bi dîwar ve daliqandiye 2018-03-15 09:27:16 EDENE – Nûçegihanê DÎHA’yê Volkan Eryîgît ku dema li Edeneyê konvoya hilbijartinê ya “Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk” dişopand, tevî nûçegihanê Evrenselê Hasan Îşler qeza derbas kiribû û miribû. Bavê Eryîgît, Aydin Eryîgît anî ziman ku hîn jî wênekêşa kurî wî li dîwar daliqandiye.  Nûçegihanê DÎHA’yê ya bi KHK’ê hat girtin Volkan Eryîgît, li Edeneyê dema konvoya hilbijartina herêmî ya 2004’an a “Yekîtîiya Hêzê ya Demokratîk” dişopand, tevî nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Hasan Îşler qeza derbas kir û mir. Di ser mirina Eryîgît de 14 sal derbas bûn. Bavê wî Aydin Eryîgît anî ziman ku hîn jî êşa wan wekî roja berê ye. Bav Eryîgît bi lêv kir ku wan bi baldariyî wênekêşa kurê xwe parastiye û li dîwar daliqandiye.    Bav Aydin Eryîgît, destnîşan kir ku wan kurê xwe ji bîr nekiriye û hîseke ku wê ji nişka ve were tim li wan peyda dibe. Eryîgît diyar kir ku kurê wî li dijî çewisandinan parêzvanê demokrasiye bû. Bav Eryîgît got: “Piştî kurê min bû nûçegihan, li cihê xwe nedisekinî. Eryîgît rojnamevanê gel bû.”    'BÛBÛ ROJNAMEVANÊ GEL’    Bav Eryîgît, diyar kir ku dema kurê wî li zanîngehê dixwend êdî xwe bi xwe debara xwe dikir û wiha behsa azweriya wî ya ji bo rojnamevaniyê kir: “Li kafeye dixebitî. Rojekê hat cem min got ‘Bavo êdî ez ê bazirganiyê nekim. Ez ê di nav xebatên partiyê de cih bigirim.’ Piştî demeke dirêj dîsa hat got ‘Bavo ez ê di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê de bixebitim, nûçegihaniyê bikim.’ Volkan bûbû rojnamevanê gelê xwe. Gel zaf ji Volkan hez dikir. Dema Volkan li kuçeyê digeriya, esnafan, zarokan û gelek kesên din digot ‘va rojnamevanê me hat.’ Jiyana Volkan gelê wî bû. Taliyê ew jî wekî xebatkarên çapemeniya azadiyê yên din di riya aştî û demokrasiyê de şehîd ket.”    ‘ÇAPEMENIYA AZAD ZIMANÊ VÎ GELÎ YE’    Eryîgît, bi lêv kir ku çapemeniya azad bi zext û zoriyên Rewşa Awarte û KHK’yan re rû bi rû ye û got: “Çapemeniya azad ziman, guh û çavê gel e. Li vî welatî tenê çapemeniya azad rastiyan radigihîne gel. Xebatkarên çapemeniya azad, kedkar û hema bêje herkes di girtîgehan de ye. Dema çapemenî bê bêdengkirin, azadiya gel û mafê nûçewergirtinê yê gel tê binpêkirin.” Bav Eryîgît bal kişand ser pêkanînên Rewşa Awarte û nêvenga şerî jî û got, kesên welat bi rê ve dibin dixwazin hegemonyaya xwe ava bikin.    Bav Eryîgît, destnîşan kir ku îtifaqa AKP-MHP’ê hestên netewperest ê gel gur dike û bi vî awayî şerê Efrînê daye destpêkirin. Eryîgît diyar kir ku AKP û MHP demokrasî, mafên mirovan, azadî û aştiyê naparêzin, herdu jî xwe li netewperestiyê datînin û bi hestên mirovan dilîzin. Eryîgît bi lêv kir ku ji bo pêkanînên li Tirkiyeyê bidin jibîrkirin AKP-MHP Efrîn kirin rojev û niha ji bo hilbijartinê tev digerin.    Bav Eryîgît, diyar kir ku ew ê di 19’ê mehê de li Goristana Kuçukobayê Volkan bi bîr bînin û herkesî vexwand bîranînê.