ROJEVA 15'Ê ADARA 2018'AN 2018-03-15 09:00:56 *  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di Newroza 1997'an de peyama diyalogê da. Di Newroza 1998’an de diyar kir ku Newroz dîroka azadiyê ye. Di Newroza 2013’an de jî peyama çareseriya demokratîk da. Di Newroza 2015’an de jî serkeftina Kobanê silav kir.  * Hikûmetê daxuyand ku piştî Sirbîstanê vê carê ew ê goşt ji Rûsyayê îthal bikin. Sewalvanên li Wanê bertek nîşanî van daxuyaniyan dan. Sewalvanan destnîşan kir ku hikûmet dixwaze heta hilbijartinê goşt îthal bike, lê belê ev îthalata goşt bi tu awayî bi kêrî wan nayê.    *Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan, diyar kir ku di sala 1937’an bi îmzeya Sadabat Pakti li Helepçeyê komkujî li ser Kurdan pêk anîn û di salvegera wê de vê carê jî hewl didin li ser Efrînê vê komkujiyê pêk bînin.   * Serokê Şaxa Dev Turîzm Îş’ê ya Antalyayê Mûstafa Safvet Yahyaoglû, anî ziman ku ji ber polîtîkayên şerî turîzm têk çûye. Yayhyaoglû diyar kir ku sala çûyîn turîzmê bi ketineke ji sedî 80’yî sezon derbas kiriye û got: “Turîst nayên welatekî ne ewle û aram.”    * Nûçegihanê DÎHA’yê Volkan Eryîgît ku dema li Edeneyê konvoya hilbijartinê ya “Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk” dişopand, tevî nûçegihanê Evrenselê Hasan Îşler qeza derbas kiribû û miribû. Bavê Eryîgît, Aydin Eryîgît anî ziman ku hîn jî wênekêşa kurî wî li dîwar daliqandiye.    * Li Bornovayê, H.S. a 17 salî ku mêrekî ew taciz kir, li emniyetê polîsan jê xwest ku dev ji gilîkirinê berde û gotin: “Eger naxwazî malbata te li ber bikeve, gilî neke.”    * Hunermendan bang li hemû gelan kir ku tev li pîrozbahiyên Newrozê bibin û gotin: “Em mecbûr in bi ruhê berxwedanê li qadan bin. Komkujî pêk hatin, bajar hatin rûxandin. Em nikarin evana bê bersiv bihêlin. Divê em li qadên Newrozê bersivana evana hemûyan bidin.”    * Seroka EMEP’ê ya Dîlokê Fatma Keskîntîmûr bertek nîşanî êrîşên li ser Efrînê da û got: “Dayikên li Efrînê li dijî şer radiwestin, hêzê didin me. Em li vir, ew jî li wir aştiyê diqîrin.”    * Pirtûka helbestan a ewil a nivîskar û helbestakar Suavaka Lîva “On’lara alatıyor’ gihaşt ber destên helbesthezan.    * Komîteyên Amadekar yên Newrozê dê li Mêrsîn, Wan, Sêrt û Êlihê starta Newrozê bidin. Dê li avahiyên HDP'ê civinên çapemeniyê pêk bînin. (11.00-13.00)   * Nobeta Edaletê ya li ber Edliyeya Çaglayan a Setenbolê dê di hefteya 50'emîn de berdewam bike. (11.30)    *  Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê dê li avahiya xwe li dijî şerê li ser Efrînêtê 55 rojin berdewam dike daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Komîteya Amadekar ya Newrozê dê li 3 navendağn belavokên banga Newrozê belav bikin. (15.00)   * Malbatên Roboskê dê di hefteya 324'an de ji bo edaletê li ser gorên zarokên xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (16.00)