Balafirên şer ên TSK'ê Efrîn bombe kir: 7 sivîl hatin kuştin 2018-03-15 08:00:16 EFRÎN –  Balafirên şer şevê din navenda bajarê Efrînê bombe kir. Di êrîşa bombeyî de 7 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.    Şerê li Efrînê di roja 55'an de berdewam dike. Balafirên şer Efrînê bombe dikin. Di êncama bombekirina balafirên şer ên TSK'ê de gelek ji wan zarok 7 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Gelek sivîl jî birîndar bûn.    Kesên di bombebarana balafirên şer ên TSK'e de jiyana xwe ji dest dan wiha ne: Zehîd Elî (30), Avrîn Ebdo (4), Civat Mihemed Beko (30), Roşîn îbo Edbulhenan İbo (37), Ebid Elhenan Îbo Mıhemed (76), Fatima Horo Hesen (47), Zeyneb Menan Kolîn (32), Qusey Ebu Omer, Raniya Hemade Mıhemed (20), Merûf Dılkaş Memo (17) Kajîn Elî (4) û Mihemed Qişlê (6) jiyana xwe ji dest dan.