Bangî welatên îslamê kirin: Li hemberî komkujiyê bêdeng nemînin 2018-03-14 17:37:26 EFRÎN - Melayê Kurdistanî Mele Seman Sengavî, di merasima şehîdên li Efrînê de, destnîşan kir ku ew dê heta dawî li cem gelê Efrînê têbikoşin û bang li hemû melayên Başûrê Kurdistanê û welatên Îslamê kir ku li hemberî komkujiya Erdogan li ser Efrînê dimeşîne bêdeng nemînin.  Melayê Kurdistanî Mele Seman Sengavî, di merasima cenazeyên şervanên Efrînê de axivî û bang li melayên misilman ên başûr û welatên îslamê kir. Sengavî, destnîşan kir ku ew dê heta dawî li cem gelê Efrînê têbikoşin. Sengavî, diyar kir ku di komkujiya Halepçe, Enfalê de kesî qêrîna gelê Başûrê Kurdistanê nebihîst û wiha got: "Îro hemû gelên cîhanê li berxwedana gelê Efrînê xwedî derkevin. Dilê dayikê me dişewitînin. Ma sûcê me çiye ku em li ser axa xwe rastî komkujiyan tên? Me axa kê dagir kiriye?" Sengavî, anî ziman ku tu carî xwîna şehîdan vala naçe û wiha got: "Teqez azadî dê bibe ya gelê kurd a berxwedêr. Em dibêjin hûn rehet razên. Tu carî xwîna şehîdan vala naçe. Em tu carî li hemberî dagirkeran çong danînin."    Sengavî, diyar kir ku îro 30 şehîd dan û wiha berdewam kir: "Her kurdek şervanek e. Em her yek şervanek in. Dayik û bavên şehîdan taca serê me ye. Em bi qurbana axa ku ser şehîdê me dipêçe û xwîna şehîdên xwe bin. Hûn remza me ya azadiyê ne. Em dê ji bo Efrînê xwîna xwe birijînin. Hûn li ber xwe bidin gelê Efrînê yê bi rûmet. Baş zanibin ku hemû gelê kurd û hemû gelên cîhanê li cem berxwedana we ye. Dengê we li hemû cîhanê belav dibe."   Sengavî bang li welatên misliman û melayên Başûr jî kir û wiha berdewam kir: "Em ji welatên îslamê dixwazin ku li hemberî faşîzma Erdogan liser Efrînê dimeşîne bêdeng nemînin. Li Halepçe û Enfalê komkujî pêk hat. Wê demê kesî qêrîna gelê kurd nebihîst. Lê îro hemû gelên cîhanê qerîna gelê Efrînê dibihîze. Me li Enfalê qurban dan, lê kesî dengê me nebihîst. Lê îro em li Efrinê têdikoşin, hemû gelê cîhanê dengê me dibihîze. Dengê me li cîhanê olan dide. Ez li vir ban li Paytextê îslamê Erebîstana Siûdî dikim. Hûn çima li hemberî êrîşên li ser Efrînê bêdeng in? Îro Terorist Erdogan axa me dagir kiriye. Malên me dagir dike."