Ji gundan heta bajaran xebatên Newrozê 2018-03-14 17:05:40 NAVENDA NÛÇEYAN – Li Amed, Êlih, Sêrt û Dersimê amadekariyên Newrozê bi hemû leza xwe dewam dikin û Komîteyên Amedekar ên Newroza van bajaran gel vexwendin pîrozbahiya Newrozê, Newroza îsal dê bi şîara “Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e” li dehan navendan bê pîrozkirin. Li Amedê jî bênavber xebatên amadekariyên Newrozê dewam dikin. Newroza Amedê dê di 21’ê Adarê de roja çarşemê li Parka Newrozê bê pîrozkirin. Rêxistinên bajêr û navçeyan ên HDP’ê û DBP’ê û rêveberên KCD û aktîvîstên TJA’yê kolan bi kolan, gund bi gund, tax bi tax û navçe bi navçe digerin û gel ziyaret dikin û gel vedixwînin Newrozê. Li her sûk, bazar û kolanên Amedê belavokên Newrozê li gel belav kirin û vexwendin pîrozbahiyê.    Endam û rêveberên HDP’a Yenîşehîrê li bazara Hevsel, termînala navçeyan û bazara vîlayetê û li gel esnafan geriyan û vexwendin Newrozê. Di navbera rêveberên partiyan û gel de sohbetên germ li pêş dikevin û welatî jî didin xuyakirin ku dê ji bo Efrînê li qada Newrozê bin.    Her wiha rêveber û endamên partiyan û endamên Komîteya Amadekar li navçeyên Rezan, Peyas û Sûrê li nav gel geriyan û çûn serdana gundan û ji heft salî heta heftê salî vexwendin geşkirina agirê Newrozê.    SÊRT    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê jî li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û banga beşdariya Newrozê kir. Di civînê de Hevserokê Rêxistina HDP’a Sêrtê Siddik Taş, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Altintaş, Dayikên Aştiyê û rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên bajêr û navçeyan amade bûn.    Di civînê de slogana “Newroz pîroz be” berz kirin. Hevserok Siddik Taş axivî û got: “Em hemû gelên Sêrtê vedixwînin pîrozbahiya Newrozê. Newroz wateya berxwedan û raperînê ye. Wateyek din jî ya Newrozê aştiye. Ji bo em banga azadî û aştiyê bilind bikin, em ê bi hezaran kes li qada Newrozê bin û pîroz bikin. Ji heft salî heta heftê saliyan her kesî vexwendiyê Newrozê ye.”    ÊLIH    Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Êlihê jî li avahiya HDP’ê hatin gel hev û civîna çapemeniyê li dar xistin. Komîteya Amadekar a Newroza Êlihê jî ragihand dê wek her sal li Qada Newrozê ya li kêleka Otogara Navbajaran Newrozê pîroz bikin.    Endamên Komîteya Amadekar û rêveberên DBP û HDP’ê beşdarî civînê bûn. Li ser navê Komîteya Amadekar a Êlihê û Hevserokê DBP’a Êlihê Şukru Tapkan daxuyanî da. Tapkan anî ziman ku wan ji bo Newrozê hemû serlêdanên pêwîst pêk anîne û got: “Em hemû gelê Êlihê vedixwînin, pîrozbahiya Newrozê. Em kolan bi kolan, tax bi tax û gund bi gund digerin û gelê xwe vedixwînin Newrozê. Dê hunremend Erdogan Emîr û hunermendên Navenda Çanda Bihar di bernameya hunerî de cih bigirin. Newroz li dijî faşîzmê cejna bihara gelan e. Em ê wek her sal bi coşek mezin agirê Newrozê pêxin û pîroz bikin.”    DERSIM    Rêxistina HDP’ê ya Dersimê jî ji bo di 21’ê Adarê de li Qada Seyît Riza Newrozê pîroz bike ji bo destûrê serî li walîtiyê da. Dê di bernameya Newrozê de rojeva sereke dij derketina şer be. Rêxistina HDP’a Derismê dê ji sibê şûn ve xebatên xwe bi leztir bike û banga beşdariya Newrozê li gel bike.