DAYAD'î li dijî yek tîpê meşiyan: 6 kes hatin binçavkirin 2018-03-14 16:07:22   STENBOL - Endam û malbatên DAYAD'ê yên li qada Galatasarê kom bûn û xwestin li dijî cilên yek tipê heta Sîlîvriyê bimeşin, rastî êrîşa polîsan hatin.  Polîsan di êrîşê de 6 DAYAD'î binçavkirin.   Endamên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TAYAD),  li dijî cilên yek tîp li Qada Galatasarayê kom bûn û xwestin li dijî yek tîpê heta Girtîgeha Silivrî bimeşin. Endam û malbatên TAYAD’ê beriya meşê li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Malbatan berdilkên “Me cilên yek tîp li xwe nekir, em li xwe nakin" li xwe kirin û dowîzên “Em ne sûcdar in, em Şoreşger in, Em cilên yek tîp li xwe nakin" rakirin.    ‘HÛN NIKARIN ÎŞKENCEYÊ REWA BIKIN'   Li serê malbatên TAYAD’î Nurdan Ayna, diyar kir ku cilên yek tîp yên dixwazin li girtiyan bikin tê wateya kefen û wiha got: “Ev ne şerê cilan e. Ev şerê yektîpkirina mejiyan e. Dixwazin mejiyan tasfiye û pûç bikin. Dixwazin bi zextên li ser girtiyên şoreşger, girtiyan teslîm bigirin. Lê dê nikaribin zarokên me teslîm bigirin. Niha bi sirgûnan dermankirina wan asteng dikin. Bi qefesên têlî û kamerayan dixwazin girtiyan kontrol bikin. Ev zilm e. Girtiyan kelepçe dikin û li odeyên bi sînger îşkence li zarokên me dikin. Bi gardiyan, leşker û polîsên xwe îşkence dikin."    Ayna, bang li hemû mirovan kir û diyar kir ku dijberiya cilen yek tîp karê hemû mirovahiyê ye û xwest hemû kes tev li meşê bibin. Ayna, anî ziman ku meşa wan dê ji Lîseya Galatasarayê dest pê bike û heta Taksim, Şişlî, Mecidiyekoy, Çaglayan, Okmeydani, bidome.  Em dê di 15'ê Adarê de saet di 10.00’an de li Qada azadiyê ya Bakirkoyê, Di 16'ê Adarê saet di 14.00’an de li pêş Silivriyê, daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Em bang li her kesî dikin ku tev li meşe bibin.    Malbatên DAYAD'î piştî daxuyaniyê dest bi meşê kirin. Çawa ku dirûşmeyên “Me cilên yek tîl li xwe nekir, em li xwe nakin" berz kirin, polîsan, DAYAD'î asteng kirin. Malbatên TAYAD’î diyar kirin ku wan ji rewatiya vê meşê bawer kir û hatin vir û xwestin bimeşin. Polisan êrîşî meşvanan kir û 6 kes binçavkirin.