Li Dêrsimê Newrozê yekem car çawan hat pîrozkirin? 2018-03-14 11:50:57   DÊRSIM - Piştî komkujî û polîtîkayên binpêkirinê yên li Dêrsimê, komek ciwan di 1976’an de li 4 girên hakîm ên bajarê hem wext agirê Newrozê pêxistin. Dogan Çelîk, yek ji kesên wan rojan darikê kibrîtê pêxistin, diyar kir ku kelecaniya me mîna çiyayekê bû û got: “Newroza îsal li dijî zilmê wateya serî rakirinê ye.”   Mîna gelek bajêr û navendan, Dêrsim jî dê di 21’ê Adarê de Newroza xwe pîroz bike. Amadekariyên Newrozê yên li bajêr germe germ berdewam dikin. Li Dêrsimê agirê Newrozê yekem car di sala 1976’an de li girên Dundul, Gazik, Esen û Mazgirtê yên Korkezê mêze dikin di heman seatan de bi 3 darikên kibrîtan hatin pêxistin. Dogan Çelîk, yek ji wan kesan bû ku yekem car agirê Newrozê li Dêrsimê pêxitiye. Dogan Çelîk ê li Ewropayê dijî, pirsîn Ajansa Mezopotamya (MA) bersivandin.    Çelîk, diyar kir ku weteya yekem car agirê Newrozê pêxistin girîng bû û wiha axivî: “Vê yekê bandorek mezin li ser gel kir. Dibêjin Dêrsim nava çar çiyayan deye. Li serê wan çiyayên bilind me agirê xwe yê Newrozê pêxist. Ji Dêrsimî hemû agir xuya dikirin.”   GURIYA AGIR HEMWEST GEŞ BÛ   Çelîk, anî ziman ku ji bo agirê Newrozê pêbixin 4 kom avakirin û wiha got: “Rojek berî Newrozê me lastîkên erebeyan birin serê gir. Me qirş û dar kom kirin. Di roja 21’ê Adarê saet 22.00’an me agirê Newrozê pêxist. Me agir geş kir. Heya ku dengê me gehişt navenda bajêr me dirûşmên “Bijî Newroz, bimire mêtîngerî” bez kirin û dûre em ji herêmê derketin. Gava em gehiştin navendê hemû kesê agirê me dîtibû û bihîstibû.”   HER ROJ BELAV BÛ     Çelîk, da zanîn ku roja piştî Newrozê çalakiya wan belav bû û wiha bilêv kir: “Kelecanî mezin bû. Bi taybetî dinava ciwana de coşek mezin hebû. Hemû kesê pirsa ‘Kê pêxistiye? Çima pêxistin’ dikirin. Ên ku agirê Newrozê pêxistin, te digot qey serkeftinek mezin qezenc kirin. Ji ber ku navê wê qedexe bû û kesekê nedikarîn navê kurd û Kurdistanê bînin ziman.”   ‘DEWLET DI ŞOQÊ DE BÛ’   Çelîk, destnîşan kir ku Newroz pîroz kirin hêz da gel û wiha pê de çû: “Kelecaniya me mîna çiyayekê bû. Bi taybetî agirê Newrozê pêxistin, cesaretek mezin dabû gel. Dewlet qet ne li benda agirê Newrozê bû. Dewlet matmayî mabû. Wê rojê ne polîsan û ne jî leşkeran karîbûn tiştekê bikin. Bandora agirê wê rojê heya roja îro berdewam dike.    ‘HEVÎ, BERXWEDAN Û WATE’   Çelîk, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Agirê Newrozê yê li herêmê hat pêxistin, li hemû welat, Rojhilata Navîn û Cîhanê belav bû. Em niha di pêvajoyek pir dijwar re derbas dibin. Faşîzmê tirs û zilm li hemû qadan belav kiriye. Di serî de li Kurdistan û Tirkiyeyê. Îsal dê agirê serhildanê li gund, bajar û çiyan geş bibe. Emê di vê Newrozê hêvî serhildanê nîşan bidin. Gelekê xwedî vîn, teqez dê qezenc bike. Hêvî bi berxwedanê mezin dibe.”   MA / Semra Turan