Her kes tev li Newroza Botanê bibin 2018-03-14 10:55:02 ŞIRNEX - Newroza Cizîrê ku bi berxwedan û serhildana gel ketiye aqilan û her sal bi sed hezaran pîroz dikin, îsal dîsa dê bi tevlêbûna sed hezar kesan bê pîrozkirin. Gelê Cizîrê diyar kirin ku dê îsal ji her sal bêtir bi coş pîroz bikin û xwestin her kes berê xwe bidin Botanê.  Botan bi Newrozên Cizîr, Hezex û Şirnexê yên berxwedana gel di hiş û aqilan de bi cih bûye. Dema Newroza Botanê tê gotin berxwedan û serhildana gel li ber çavan zindî dibe. Her sal bi coş tê pîrozkirin. Gelê Cizîrê tevî rastî êrîşên mezin û komkujiyên mezin hatin jî dîsa di Newrozê de qat bernedan û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Gelê Cizîrê îsal jî ji bo Newroza 21'ê Adarê xwe amade dike ku bi coşek mezin û tevlêbûnek mezin Newrozê pîroz bike. Gelê Cizîrê bang li her kesî kir û xwest her kes di Newrozê de berê xwe bidin Botanê û tev li Newroza Botanê bibin.    Welatî Bişeng Mete diyar kir ku gelê Botanê dê qada Newrozê tije bike û bi coşek mezin Newrozê pîroz bikin. Mete, anî ziman ku kurd li her dera cîhanê belav bûne û divê di Newrozê de tev bên cem hev.    DIVÊ DI 21'Ê ADARÊ DE BERSÎVÊ BIDIN   Mete, bal kişand ser şerê TSK'ê yê li ser Efrînê û xwest her kes li dijî van êrişan dengê xwe bilind bikin û bibin yek. Mete, da zanîn ku TSK bi êrîşên xwe dixwaze gelekî li wir tune bike û xwest tu kes li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. Divê em di 21'ê Adarê de qadan tijî bikin û bersîvek xurt bidin êrîşkaran.    'EM LI QADAN BERSÎVÊ BIDIN   Fehime Saruhan jî anî ziman ku di salên dawî de di bin zextan dijwar de Newrozê pîroz dikin û îsal dê dîsa li qadan Newrozê pîroz bikin. Saruhan, destnişan kir ku Adar meha Berxwedanê ye û li ser girîngî û wateya Newroza Cizrê rawestiya. Saruhan, bang li her kesî kir û xwest bi taybeti ciwan û jin tev li Neworzê bibin û bi coşek mezin Newrozê piroz bikin. Saruhan, Newroza jinên ku li Efrînê li ber xwe didin piroz kir û wiha got: Divê gel li Efrînê xwedî derkeve û peyamê bide gelê Cîhanê."   Hevseroka DBP'ê ya Şirnexê Ayşe Altay jî anî ziman ku ew dê bi tevlêbûnek xurt li qadan Newrozê pîroz bikin û wiha got: "Em bang li hemû ciwanan dikin ku dakevin qadan.    Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê û Hevserokê HDP'ê yê Cizîrê Ali Akdeniz jî anî ziman ku di salên dawî de di nava şert û mercên dijwar de Newrozê pîroz dikin û wiha got: "Newroz rêya çareseriyê ye. Em bagn li gelê herêmê dikin ku her kes berê xwe bidin Newroza Cizêrê. Em bang li gelê Botanê dikin ku her kes berê xwe bide Newroza Botanê. Me sala par tevî hemû zext û zoriyan Newroz pîroz kir. Em dê îsal bi coş û tevlêbûnek herî mezin Newrozê pîroz bikin."    'BILA HER KES BERÊ XWE BIDE CIZÎRA BOTAN   Hevşaredara Dêrgulê Ozlem Kutlu jî anî ziman ku sala par wan tevî zahmetiyên mezin bi coşek mezin Newroz pîroz kir û xwest hemû gelê Botanê berê xwe bidin Newroza Cizîrê. Bila her kes berê xwe bide Cizîra Botanê.