‘Agirê ku Rahşan pêxist li Efrînê geş dibe' 2018-03-14 10:16:42 ÎZMÎR – Şahid û hevalên Rahşan Demirel a li Qedîfeqale ya Îzmirê bi bedena xwe agirê Newrozê geş kir, diyar kir ku agirê Newroza ku Rahşan geş kir îro bi berxwedana li Efrînê geş dibe. Hevalên Rahşan wiha gotin: “Rahşan berxwedan fêrî me kir. Agirê Rahşan pêxist, îro li Efrînê geş dibe."  Rahşan Demîrel, di 21’ê Adara 1992’an de bi bedena xwe li Qedîfeqale ya Îzmirê Newroz geş kir û zilma li ser gelê kurd şermezar kir. Rahşan çû serê keleha Qadîfeqale benzîn bi ser bedena xwe de dakir û bedena xwe kir Agirê Newrozê. Li Kurdistanê dewletê xwest ku pîrozbahiyan asteng bike û gule reşandin ser gel. 3 rojan bê navber erîşkirin. 17 rojan nehiştin tu kes derbikeve kolanan. Av, ceryan û telefon hatin qutkirin. Di encama serhildana Cizîrê de 57 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hêzên rejimê roja 21’ê Adara 1992’yan li Cizîra Botan, Şirnex, Nisêbîn, Hezex, Wan, Gewer, Amed, Farqîn û li bajarên din bi dehan Kurdên pêşwazên Newrozê kuştin. Berdevkên rejimê cejna Newrozê li dijî dewletê wek îsyan, wek serhildan binav dikirin.    Ji van serhjildanan û zilma dewletê ya li ser gel Rahşan Demîrel ji Qedîfeqele ya Îzmirê bi çalakiya xwe bersîv da. Keça Kurd Rahşan Demîrel bi eslê xwe ji Nisêbînê bû. Di 15'ê Tebaxa 1975'an de li Nisêbînê ij dayik bûbû. Malbat ji ber zilma dewletê koçî metrepolan kiribû û li bajarê Îzmîrê bi cih bibûn. Rahşan, berî çalakiyê hemû kiryarên dewletê di Tv’an de temaşe kir û biryarek girt. Bi çalakiya xwe dixwest agirê Newrozê ji Zekiye Alkan dewr bigire. Û wisa kir.  Nameyek ku li ser nivîsandîbû “ez xwe dikim Newroz” li pey xwe hişt. Peyama xwe ya çalakiyê jî bi Kurdî û Tirkî di kasetekê de qeyit kir û li benda sibehê ma. Di roja 21’ê Adara 1992’an de li ser Keleha Qadîfeqaleyê ya ku herî zêde kurd lê dijîn çalakî pêk anî û Agirê Newrozê geş kir. Bi vî agirî, tirs û xofa li ser gelê Kurd şewitand. Raşhan di peyama xwe de wiha gotibû: “Kes bila nefikire, ji bo azadiya Kurdistanê bitenê şer tê kirin. Na mirov dikare li her dera lê dijî vê têkoşînê bide. Ezê xwe bikim Newroz. Hin kes dive ku wateyên cuda bidin çalakiya min. Hin kes bibêjin ev dîn bû. Na ez ne dîn bûm, li dinyayê gelek dîn hene çima ew xwe naşewîtînin. Ez keçikek xweşikim jî, min bixwesta dikarîbû bizewicim jî. Lê armanca min ne ev e. Armanc ji bo welat bibim newroz e. Xwedê emrek dirêj bide serokê me ku Kurdistanê azad bike. Ez komkujiyên faşîstan protesto dikim. Ez Newroza gelê xwe bi can û xwîna xwe pîroz dikim. Bijî Kurdistan. Bijî 27’ê Mijdarê roja partiya me, her bijî 1’ê Gulanê, her bijî Newroza 21’ê Adarê a serfiraz û serkeftinê. Newrozê li gelên bindest bi can û rih pîroz dikim.” Cenazeyê Rahşan piştre li Nisêbînê defin kirin. Fermandarê Tabûra leşkerî yê Nisêbînê Veli Kuçuk, cenaze desteser kir û dayika Rahşan Emine Demirel binçavkirin. Gefan li dayika Raşhan dixwe. Piştre malbat cenaze le Nisêbînê defin dikin.    AGIRÊ KU RAHŞAN PÊXIST ÎRO LI EFRÎNÊ GEŞ DIBE   Heval û şahida Rahşnan Hayat Îzgî (47), diyar kir ku Rahşan di serdema qedexe de agirê Newrozê geş kir û agirê ku bi bedena xwe pêxist êdî hişt ku bes vemire. Îzgî, anî ziman ku hêz û baweriyek mezin da gelê kurd ê Îzmirê û wiha got: "Piştî agirê ku Rahşan pêxist hemû Newrozên li Îzmirê bi coşek mezin hatin pîrozkirin. Agirê Rahşan pêxist bû agirê nayê vemirandin. Agirê ku Rahşan pêxist îro li Efrînê geş dibe."    ‘BERXWEDAN JI MERE HIŞT   Şahida çalakiyê Hesina Kaygısız (72)  jî anî ziman ku Rahşan bi çalakiya xwe berxwedan ferî wan kir û wiha got: "Ji wê rojê heta niha li Qedîfeqaleyê Newroz bi coşek mezin û tevlêbûnek mezin hat pîrozkirin. Raşhan berxwedan fêrî me kir. Çi dibe bila bibe em dê li Qada Gundogdu  Newrozê pîroz bikin.    RAHŞAN LI EFRÎNÊ LI BER XWE DIDE   Şahida çalakiyê Hizna Aydin (55) jî anî ziman ku ew dê bi ruhê çalakiya Rahşan li qada Gundogdu Newrozê pîroz bikin û wiha got: "Em dê agirê ku Rahşan li Qedîfeqale pêxist em dê li Qada Gundogdu geş bikin. Rahşan neheqi qebûl nekir. Em jî neheqiyê qebûl nakin. Rahşan hêj li Efrînê li ber xwe dide. Niha bi hezaran Rahşan li Efrînê li ber xwe didin. Em dê li ber xwe bidin. Newroz dê me bibe serkeftinê. "    Şahida çalakiya Rahşan Şukro Aykurt (60) jî anî ziman ku ew dê Newrozê wekî berxwedana Rahşan û têkoşîna li Efrînê li qadan pîroz bikin."    MA / Ruken Demir – Ayşe Surme