Germava şîfaya nexweşînan tune dibe 2018-03-14 09:33:55 BEDLÎS – Germava Axecûr a li qûntarên çiyayê Nemrûdê ji bo gelek nexweşîna şîfa ye. Ev germav bi taybetî ji bo romatîzmayê derman e. Lê germav ji ber bêeleqiyê û piştguhkirinê her roja ku diçe girîngiya xwe winda dike.  Li gundê Axecûr a girêdayî navçeya Norşîna Bedlîsê germavek pir xweş ku şîfayê dide her kesî heye. Germav li qûntara çiyayê Nemrûdê ye. Mekanek ku her demsal ziyaretvanên wê heye. Welatiyên li şîfayê digerin diçin germavê. Bi taybetî welatî demsala havînê diçin germavê. Zivistanê jî welatî li germavê çêlek û hespên xwe dişon. Tê gotin ku germav ji gelek nexweşînan re başe û bi taybetî ji bo nexweşînên çerm û romatîzmayê şîfayê dibarîne.    Turîstên biyanî û herêmî jî tên germavê û wêne dikişînin û ji ber xweşikbûna derdorê di nava kêfxweşiyê de dimînin.    QONAXEK MAYÎNÊ NÎNE    Li gel xwezaya xwe ya xweşik jî germav ji ber bêxwedîbûnê û bêleqeyê her roja diçe ber bi xerabûnê ve diçe û girîngiya xwe ya hêja winda dike. Cihek ku mêvan û turîst lê bimînin nîne. Ev pirsgirêka sereke ya germavê ye.    GERMAV ŞÎFA YE   Alî Avci yê 16 salî hefteyê carek çêlek û hespên xwe li germavê dişo û got ku ji bo sewalên wî di mehên zivistanê de rehet bibin û nexweş nekivin tînin germavê dişon. Avci ev tişt got: “Dema em çêlek û hespên xwe tînin li vir dişon, wênegir tên li vir wêneyan dikişînin û dibe sedema bala mirovan. Em jî xwe di avê de dişon û dema xwe deras dikin. Germav ji bo nexweşînên romatizma, kevirê di kezebê de û gelek nexweşînên din şîfaye.”    ‘DOR NAYÊ ME’    Şefîk Onder jî ji bo sewalan di germavê de dişon bi gazin e û got: “Li şûna mirov ji bo şîfayê bên vir bikar bînin, lê ji bo sewalan bikar tînin. Lê ji ber sewalan dor nayê me.”