Malbata Temel 7 meh in li benda edaletê ye 2018-03-14 09:32:24 COLEMÊRG – Li gundê Talê yê Colemêrgê di encama êrîşa SÎHA’yê de Mehmet Temel jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê gilî kiribû, lê belê 7 meh di ser bûyerê re derbas bûn, hîn jî tu pêşketin di dosyeyê de çêne bûne.  Li herêma Kanîreşê ya gundê Talê ya bi ser Colemêrgê ve di 31’ê tebaxa 2017’an de Balafira Bêmirov a Biçek (SÎHA) êrîş pêk anîbû û Mehmet Temel ê 35 salî jiyana xwe ji dest dabû. Li gel Temel Îbrahîm Sak (54), Îsmaîl Aydin (43) û Musa Tarhan (54) jî birîndar bûbûn. Walîtiya Colemêrgê têkildarî mijarê daxuyanî dabû û welatiyan wek “Hevkar” pênase kiribû.    Malbata Temel têkildarî bûyerê serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê dabû û giliyê kiribû. Li gel ku 7 meh di ser gilîkirinê re derbas bûn jî tu encam ji serlêdanê derneketiye.    Birayê Temel, Tahîr Temel piştî bûyerê mehek şûn ve giliyê kiribû. Temel diyar kir ku têkildarî gilîkirinê tu pêşketin çê nebûne û tu kesî jî neçûye îfade nedaye.    Temel bi bîr xist ku Musa Tarhan û Îbrahîm Sak ên xizmê wan ku birîndar bûn bêyî ku dermankirina wan temam bibe hatin girtin û dermankirina Îsmaîl Aydin ê bi giranî birîndar bûbû jî hêj dewam dike.    ‘DI DOSYEYÊ DE BIRYARA NEPEN HEYE’    Temel destnîşan kir ku li gel pêşketinek ji gilîkirinê derneket jî ji bo agahdariyê wan û parêzeran serlêdan kirin û bersiva “Di dosyeyê de biryara nepen heye” dane wan.    ‘LI MALBATA BIRAYÊ XWE JÎ EZ DINÊRIM’    Temel da zanîn ew li bendê ne jy rastî derbikeve holê û got: “Li gel ku dîtin birayê min sivîl e jî, lê êrîş kirin. Li pişt wî ya herî mezin 13 salî sê sêwiyên wî man. Bavê min ê 66 salî jî niha li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtiye. Li gel di destê min de karek tune ye jî ez li malbata xwe û malbata Mehmet jî dinêrim. Ji ber vê êrîşê em hemû şerpeze bûn.”    Temel anî ziman ku her çi dibe bila bibe dê dozê bişopînin û li Tirkiyeyê encam ji dozê dernekeve dê dosyeyê bibin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û li heqiyê bigerin.    ‘HEMÛ GELÊ COLEMÊRGÊ WAN NAS DIKE’    Temel diyar kir ku birayê wî û yên birîndar bûn sivîl in û ev tişt got: “Dewletê bi daxuyaniya ewil qebûl kir ku sivîl in. Lê rayedaran pişt re daxuyaniyên xwe guhertin. Hemû gelê Colemêrgê birayê min û her sê sivîlên din nas dike.”    MA / Hamza Gunduz